Rojnameyên erebî: Êrişên Amerîkayê; tayeke zirav di navbera gurkirin û rêgirtinê de

Rojnameyên erebî vê sibê cih da zêdebûna aloziyê di navbera Washington û milîsên Îranê de û bandorên vê aloziyê û nakokiya li Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Êrişên Amerîkayê; tayeke zirav di navbera gurkirin û rêgirtinê de
5 sibat, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî êrişên Amerîkayê yên li dijî milîsên Îranê nûçeyek bi sernavê "Êrişên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê: Tayeke zirav di navbera gurkirin û rêgirtinê de" nivisî.

Rojnameyê cih da şîroveyên analîzvanên Ereb ku ev êriş rê li ber êrişên komên çekdar ên Îranê nagire ku êrişî navend û baregehên Amerîkayê bikin. Bi nêrîna wan ev jî dê Joe Biden bixe rewşeke tevlihev ji bo ku hevsengiyê di navbera gurkirin û rêgirtinê de çêke.

‘DYA PLAN DIKE LI HEMBER HÊZÊN SER BI ÎRANÊ VE TEDBÎRÊN DIN BIGIRE’

Tora El Hura ku agahiyên xwe spartin rapor û çavkaniyên rojavayî, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) plan dike li dijî hêzên hevalbendên Îranê êrişên din pêk bîne.

‘METIRSIYÊN CIDÎ LI HEMBER REDKIRINA ÎSRAÎLÊ’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya Cimhuriye ya Lubnanê di nûçeya xwe de diyar kir ku metirsiyên cidî hene ku Îsraîl vê carê berdewamkirina rewşa heyî qebûl neke, heke hewldanên dîplomatîk ên ji bo cudakirina rewşa li eniya başûr û şerê Îsraîlê bi Hemasê re bi dawî bibin.

(şx)