Rojnameyên erebî: Diyalogên agirbestê vedigere çargoşeya sifirê

Diyalogên ji bo agirbesta li Xezayê, serdana wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo Iraqê, her wiha tevgera Rûsya ya li Afrîkayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Diyalogên agirbestê vedigere çargoşeya sifirê
15 hezîran 2024   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî dan û standinên agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê "Agirbesta xezayê: Axaftina li ser ’rawestandinê’ diyalogan vedigerînin çargoşeya sifirê" weşand. Li gorî rojnameyê, şertê Îsraîlê yê "Heta Hemasê li xetên stûr ên pêşnûmeya DYA’yê ya agirbestê venegere, dê şandeya Til Avîvê beşdarî dan û standinên navbeynkaran nebe" pirsan li ser rawestandineke nû ya dan û standinan çêdike.

Pisporan ku li ser mijarê ji Şerq El Ewsat re axivîne got, şertê Îsraîlê rêgeha diyalogan vedigerîne çargoşeya sifirê û ev nirxandin kir " Hêviya maye ew e ku hêzên navneteweyî û ewropî zextan li her du aliyên pirsgirêk bikin da ku destekê bidin tevgerên navbeynkaran. Dibe ku navbeynaran rêbaz û alternatîfên ku aliyan razî bike, pêşkêş bike."

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Hemas pêşnumeya DYA’yê ya agirbestê wekî "Plana Îsrîlê û peymaneke ne adilane" dibîne.

’ÇIMA GERÊN WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊN RÛSYAYÊ LI AFRÎKA ZÊDE BÛNE’

Rojnameya Ereb a Londonê bal kişand ser serdanên Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo parzemîna Afrîkayê.  Li gorî rojnameyê, "Ev serdan siyaseta derve ya pragmatîk a Rûsyayê nîşan dide. Moskov bi vê siyasetê dixwaze peyamekê bigihîne DYA û welatên Ewropayê ew dikare valahiya ku ji ber kêmbûna bandora rojavayî bi giştî li Afrîkayê çêbûye, dagire."

Di nûçeyê de hate gotin, "îhtimal heye ku Rûsya bi taybetî li Gîneyê pêşde biçe, piştre li Okyanûsa Atlantîk dergeheke nû peyda dike û di encamê de paşê destkeftiyên siyasî û aborî bi dest bixin."

Rojnameya Ereb cih da nirxandinên Navenda Siberojê ya Lêkolînan jî ku dibêje" Serdana Wezîrê Karê Derve yê Rûsyê ya bo çend welatên Afrîkayê di çarçoveya hinek guhertinên girîng ên siyasî û ewlehî de pêk hat. Ji wan guhertinan jî, dijwarbûna nakokiyên Rûsya û rojava, geşedanên siyasî û ewlehî yên li Efrîkayê rû didin."

Di rojnameyê de hat bi bîrxistin ku serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, hemwextî zêdebûna nîşaneyên paşketina  hegemoniya DYA û rojava li Afrîkayê, bi taybetî li welatên perav û sehrayê pêk hat. Li gorî rojnameyê sedema paşketina hebûna DYA’yê ya li welatên Afrîkayê ew e ku li ser asta fermî û gelêrî tê redkirin.

’HEVDÎTINÊN BAQIR KINÎ YÊN LI IRAQÊ: SIYA ŞEREKÊ  HERÊMÎ SERWER E’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê serdana Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqir Kinî bo Iraqê  de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku ev serdan "Hişyariyên ku dibe şerê li Xezayê veguhere şerekî herêmî, bi taybet ku Lubnanê bide ber xwe" digire nav xwe. Hate gotin, Elî Baqir Kinî di civîna li gel fermandarên "Muqawema" de hişyarî da ku dibe şerê li Xezayê berfireh bibe.

Di dewama nûçeyê de hate gotin "Çavkaniyên iraqî diyar kir ku Baqir Kinî bi rayedarên Çarçoveya Hemahengiyê, Muqawema û rayedarên partiyên sunnayê re dosyayên siyasî, rola Muqawema di domandina operasyonên leşkerî yên li dijî Israîlê û piştgiriya Xezayê de hat nîqaşkirin." Hate diyarkirin ku vekirina buroya Hemas li Bexdayê jî di nîqaşên welîkê Wezîrê Karên Derve ya Îranê ya li gel rayedarên Iraqî de  cih girt.

Her wiha hate diyarkirin ku rayedarekî payebilind ê Çarçoveya Hemahengiyê serdana Baqir Kinî ya li Iraqê "gelek girîng" nirxand.

(bb)