Rojnameyên erebî cih da dosyaya Xezayê

Rojnameyên erebî ku cih dan plana DYA’yê ya der barê Xezayê de destnîşan kir ku hinek plane wekî derfetekeke dîrokî ya çareseriyê dibînin, lê hin din wekî agirbesteke demkî dibînin.

Rojnameyên erebî cih da dosyaya Xezayê
13 cotmeh, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih dan agirbesta Hemas û Îsraîlê, plana serokê DYA’yê Donald Turmp a der barê Xezayê de, her wiha derfetên serketina planê.

HEMAS BEŞDARÎ RÊVEBIRINÊ NABE.. LÊ LI XEZAYÊ DIMÎNE

Rojnameya El Ereb diyar kir ku Tevgera Hemasê biryara xwe daye ku dê di pêvajoya veguhêz de beşdarî revebirina Xezayê nebe. Hate gotin, li gorî çavdêran, biryara Hemasê ku li civîna Şerm El Şêx dabû, armanc dike ku hincetan ji destê Îsraîlê derbixe û wê neçar bike ku peymana pevguhertina dîlgirtiyan pêk bîne, di heman demê de da ku Îsraîlê civînê neke dika êrişên li ser Hemasê.

Li gorî rojnameyê, mercên heyî Hemasê neçar kir ku dest ji xeyala xwe ya domandina rêvebirinê berde, lê li beramberî vê yekê jî şertê derketina xwe ya ji Xezayê an danîna çekên xwe red dike, ji ber ku her du mijaran wekî "Doza hebûnê" dibîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Tevgera Hemas dixebite ku komên din beşdarî rêvebirina pêvajoya pêş bike. Rojnameyê armanca Hemasê ji vê yekê bi 2 xalan şîrove kir: desthilata serok Mehmûd Ebas îzole bike û ya din rêveberiya nû ber bi piştperdeyan ve bidehfîne ku hegemoniya tevgerê li Xezayê mîsoger bike.

AGIRBEST AN BIDAWIYA ŞER

Rojnameya El Xelîc jî li ser plana Turmp a der barê Xezayê de, pirsî gelo agirbesta heyî demkî ye ku dibe ku çi kêliyê de biteqe ye an jî bidawîbûna şer e.

Rojnameyê diyar kir ku cewherê pirsgirêkê girêdayî helwesta Îsraîlê ye û pirsî gelo wê hikumeta rastgir a tundraw bidawîkirina şer qebûl bike an dê dest ji projeya projeya dagirkiriyê berde?

Li gorî rojnameyê, wezîrên rastgir ên Îsraîlê bang kirin ku piştî berdana rehînan careke din dest bi şer bikin û gotine, Netanyahu ji ber zextên Trump, plana DYA’yê qebûl kirye. Hate gotin, "Netanyahu piştî 2 salan ji şer negihîşt armancên xwe yên diyarkirî, ji ber ku pevçûn bi lihevkirina bi Hemasê re, ne bi peymaneke leşkerî bi dawî bû. Ev yek rê li ber hesabpirsîna navxweyî ya der barê têkçûnên serokatiya leşkerî û siyasî ya Îsraîlê de vekir, nemaze di êrîşa 7’ê Cotmehê de. "

Rojnameyê pirsî gelo wê Netanyahu û hevalbendên wî karibin li hemberî zextên navneteweyî yên naskirina dewleta Filistînê bisekinin?" Nemaze di demekê de ku Trump di serxistina plana xwe de israr dike û wê derfetê wekî "Çareseriyeke dîrokî" ji şerê Filistîn-Îsraîlê re pênase dike.

(bb)