Li Banyas ji ber bahoza deryayî zirarek mezin çêbû

Îro di saetên ber banga sibehê de bahozek deryayî li bajarê Banyas a Perava Sûriyeyê pêk hat. Di encamê de bêyî zirarên canî çêbibin, dar rabûn, rêyên sereke hatin girtin, zirar di diknan de çêbû û di tureyên elektrîkê de zirarên mezin çêbû.

Li Banyas ji ber bahoza deryayî zirarek mezin çêbû
13 cotmeh, 2025   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Banyas a Sûriyeyê bahozeke mezin (tinîn) pêk hat, di encamê de zirareke madî ya mezin çêbû. Welatiyên herêmê destnîşan kirin ku ji ber bahozê hejmarek dar rabûn û şikiyan, rêyên sereke, ji wan rêya di navbera Banyas – Laziqiyê û Banyas Tertûs de hatin girtin. Di heman demê de rêya zozanên herêma turizmê ya Banyas û rêya ketina bajar a rojhilat hatin girtin.

Li taxa El Qisûr jî hin dikanan zirar dîtine, stasyonên elektrîkê û tureyên wê teqiyan.

Welatiyan û tîmên alîkariyê dest bi vekirina rêyan kirin. Heta niha der barê hebûna qurbaniyên canî de tu agahî ne hatine bi destxistin.

(dc)