Radestkirina 20 girtiyên Îsraîlê dest pê kir

Hemasê 7 girtiyên Îsraîlê radestî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) kirin. Di nava çend saetan de dê hemû girtî werin berdan.

Radestkirina 20 girtiyên Îsraîlê dest pê kir
13 cotmeh, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê li Xezayê pêvajoya radestkirina girtiyên Îsraîlê yên li cem Hemasê dest pê kir. Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) destpêkirina pêvajoya berdana koma yekem a girtiyan ragihand.

Heta niha ICRC’ê 7 girtiyên Îsraîlê wergirtin. Girtiyên din jî dê di nav çend saetên pêş de werin berdan. Artêşa Îsraîlê ragihand ku girtiyên din jî dê paşê werin berdan.

Hemasê lîsteyek ku navê 20 girtiyan tê de ye weşand û got, ew ê wan berde. Her wiha di lîsteyê de navên zêdetirî hezar û 900 girtiyên Filistînî hene. Îsraîlê got, ew ê wan wekî beşek ji qonaxa yekem a peymana agirbestê di navbera her du aliyan de berde.

Medyaya Îsraîlê jî ragihandibû ku pêvajoya berdana girtiyan li Xezayê dê saet 08.00`ê sibê bi dema herêmî ji devera Netzarimê dest pê bike û heta saet 10.00`an sibê li Xan Yunisê, li başûrê Xezayê, bidome.

(k)