Rojnameyên erebî: Aliyên lîbyayî bi fikar in ku hêzên Rûsyayê derbasî welat bibin

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser fikarên aliyên lîbyayî ku hêzên Rûsyayê derbasî welat bibin, dan û standinên agirbesta Hemas û Îsraîlê, her wiha têkiliyên DYA û Îsraîlê.

Rojnameyên erebî: Aliyên lîbyayî bi fikar in ku hêzên Rûsyayê derbasî welat bibin
11 gulan, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYA

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Fikarên aliyên lîbyayî ku hêzên Rûsyayê derbasî welat bibin, zêde dibin" weşand. 

Di nûçeyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku parçebûna siyasî ya li Lîbyayê deriyekî fireh li ber destwerdana hêzên navneteweyî vekir.

Di dewama nivîsê de hate gotin: "Axaftina li ser hebûna hêzên Rûsyayê li Lîbyayê ne nû ye. Li gorî raporan, Moskov ji çend mehan ve berê xwe daye pêşxistina hebûna xwe, nemaze ku hêz û alavên leşkerî veguhastine herêmên rojhilatê welat. Vê yekê asta fikar û hişyarên hêzên xwecih, DYA û Ewropa û hêzên navneteweyî jî zêde kirine."

‘AGIRBESTA XEZAYÊ; HEWLDANÊN MISIR-QETERÊ JI BO NASKIRINA HELWESTAN IN’

Der barê dan û standinên agirbesta Hemas û Îsraîlê de rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate gotin: "Li gorî çavkaniyên misirî û rojavayî, hewldanên Misir-Qeterê yên bi armanca naskirina helwesta her du aliyan hîna berdewam in. Li aliyekî din Rêveberiya DYA’yê hewl dide zextê li Îsraîlê bike da ku forma pêşniyara ku Hemasê erê kiriye, qebûl bike. Çavkaniyan diyar kir ku çav li rêya dan û standinên agirbestê ye ku piştî çend rojên din li Dohayê berdewam bikin."

‘BIRYARA BIDEN A RAWESTANDINA ŞANDINA ÇEKAN TÊKILIYÊN DYA Û ÎSRAÎLÊ DICERIBÎNE’

Rojnameya Ereb El Londoniye cih da têkiliyên DYA û Îsraîlê. Rojnameyê biryara serokê DYA’yê Jeo Biden a rawestandina şandina çekan bo Îsraîlê wek xala guhertina têkiliyên DYA-Îsraîlê nirxand. Hate diyarkirin ku ji destpêka şerê li Xezayê ve têkliyên her du aliyan aloz bûne ku tu carî negihaştine vê astê.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Biden ku xwe wek ‘alîgirê siyonîst’ bi nav dike, her dem red kiriye ku her çekên ku DYA her sal bi nirxê 3 milyar dolar ji Îsraîlê re dişîne, rawestîne. Lê piştî êrişa 7’ê Cotmehê jî ji Kongreyê xwest ku zêde bike. Rayedarên DYA’yê diyar kir ku Biden xwe neçar dît ku helwesta xwe biguherîne, nemaze piştî ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû ew di êrişa li ser Refehê ya li başûrê Xezayê de bi israr e û bi vê  yekê li hemberî daxwazên Biden ku êrişeke bejahî li ser Refehê neke, disekine.”

(bb)

ANHA