Li Xezayê rojnamevanek û 19 kesên din hatin kuştin

Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de yek jê rojnamevan, 20 kes hatin kuştin.

Li Xezayê rojnamevanek û 19 kesên din hatin kuştin
11 gulan, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê li Xezayê gelek dever topbaran kirin. Di encamê de 10 filistînî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê (Wefa) ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên xwecih, di êrişa li kampa Cibaliya ya li bakurê Xezayê de rojnamevan Beha Ekaşe, hevjîna wî û kurê wî hatin kuştin.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Xezaya Kevn jî malek kir hedef û di encamê de kuştî çêbûn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê bakurê kampa Nisêrat û bajarokê Zewayîd ên naverasta Xezayê jî kirin hedef û got di êrişa li bajarokê Zewayîd de, di nav de zarok, bi kêmanî bi dehan kuştî û birîndar çêbûne.

Hate zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê taxa Cinêniyê ya rojhilatê Refetê jî bombebaran kiriye.

(şx)