Rojevên rojnameyên erebî di hefteya borî de

Di rojnameyên Erebî yên hefteya borî de behsa Ragihandina Pekînê, hilbijartinên Venezuelayê, hilbijartinên Amerîkayê, hewldanên nêzîkbûna Tirkiyeyê bi Şamê re û êrişên Tirkiyeyê bo nava Başûrê Kurdistanê û Iraqê, hatin kirin.

Rojevên rojnameyên erebî di hefteya borî de
28 tîrmeh 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Sûriyeyê, rojnameyên Erebî di rojevên xwe de mijarên der barê nêzîkbûna Tirkiyeyê bi hikumeta Şamê re derdixin pêş, her wiha balê dikişînin ser metirsiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bandorên nêzîkbûnê. Li hember wê yekê serçete li rêbazan digerin ku di vê nêzîkbûnê de zirar bi kesayetên wan nebin. Di rojnameyên Erebî de behsa hevdîtinên serokê MHPˊê Devlet Bahçelî û serçeteyê ˊSultan Muradˊ Mihemed El Casim (Ebû Emşe) hatin kirin.

Her wiha rojnameyên erebî bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê. Rojnameya El Ereb a Londonê gotarek nivîsî. Li gorî rojnameyê nivîskar di gotara xwe de destnîşan dike ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li Iraq û Başûrê Kurdistanê û rewşa herêmê di pêşerojê de nîşan didin ku ber bi avakirina herêmeke Tirkî li ˊBaşûrê Iraqêˊ ve ne.

’HILBIJARTINÊN VENEZUELAYÊ: BERDEWAMÎ AN GUHERTIN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd cih da hilbijartinên serokkomariyê yên Venezulayê ku dê 28’ê Tîrmehê pêk werin. Hate diyarkirin ku bi dehan namzet piştgiriyê ji zêdetirî 30 partiyên siyasî digirin hene û wiha hat domandin "Xuya ye ku Partiya Sosyalîst a Yekgirtî ya bi serokatiya Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, ji zêdetirî 25 salan ve di hilbijartinên serokatiyê de li pêşberî astengiyên cidî ye. Sedema vê yek jî ew e ku opozîsyona Venezuelayê bi namzedekî hevbeş (Edmundo Gonzalez Urrutia) bû yek û rêzên xwe ji nû ve organize. "

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêr û şopdarên rewşa Venezelayê ku "Hilbijartinên vê carê wekî yên herî girîng ku hêviya pêkanîna demokrasiyê pêk bînin" dinirxînin.

Her wiha çavdêran ev hilbijartinan wekî "wesîleyeke muhtemel a ji bo pêkanîna guhertina siyasî dê aboriya dijwar ji salan ve ya li welat a ku bû sedama koçberiya zêdetirî 7 mîlyon venezelayayî çareser bike" şîrove dikin.

DANEZANA PEKÎNÊ
Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî cih da danezana Pekînê ku 14 kom û sazûmaniyên leşkerî û siyasî îmze kirine. Rojnameya El Exbar a Lubnanê gotarek bi sernavê ˊDi hevdîtina komên Filistînê ya li Pekînê de çi guhartin çêbûye?ˊ weşand. Nivîskarê gotarê diyar kir ku serekên şandeyên komên Filistînê di civîna Pekînê de axivîn û got doza Filistînê di qonaxên herî zehmet re derbas dibe û heman di eynî demê de hedefgirtî ne û rêya yekane hevgirtin e ku maf werin parastin.
Danezanê Îsraîlê bi hêrs kir û rexne li Tevgera Fetihê kir ku danezana Pekînê bi Hemasê re îmze kir.

ˊHILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ Û VEKIŞÎNA BIDENˊ

Hilbijartinên Amerîkayê di rojeva pêşîn a rojnameyên Erebî de ma. Di piranî rojnameyên de hilbijartinên Amerîkayê ji mijarên girîng in, bi taybet piştî vekişîna Biden. Rojnameya Şerq El Ewset bi sernavê ˊDarbaya Koşka Spî li dijî Bidenˊ gotarek weşand. Di gotarê de tê gotin Biden neçar ma ku vekişe û qonaxeke nû li pêşberî cîhanê ye û ew qonax bi ˊtijî teşwîq û dramaˊ wesif kir.

(fr)