`Divê PDK dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde’

Şêniyên bajarê Tirbespiyê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku destkeftiyên gelê Kurd biparêze û li yekitiya kurdî vegere.

`Divê PDK dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde’
28 tîrmeh 2024   05:15
QAMIŞLO
RENAS RIMO

 Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kete nava Başûrê Kurdistanê. Li hember vê hevkariyê û dagirkirina axa Başûr hêrsa gel rabûye.

Şêniyên bajarê Tirbespiyê hêvî dikin ku PDK yekitiya Kurdan bipejrîne û dev ji xeta xiyanetê û hevkariya bi dewleta Tirk re berde.

Munteha Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk ji berê ve hewl dide armancên xwe yên dagirkeriyê li herêmê pêk bîne û wiha domand: "Gelek dewletên bi hev re nakok in, lê belê li ser serê kurdan dibin yek. Di heman demê de aliyek kurd hevkariya wan dike."

Munteha diyar kir ku di wê baweriyê de ye ku gelê Başûrê Kurdistanê li dijî van komployan e û wiha domand: "Divê PDK`ê dev ji vê hevkariyê berde û yekitiya kurd bipejrîne."

Ebdurehîm Hiso jî diyar kir ku tişta dewleta Tirk dike, ne xerîb e ji ber ku aşkera dijminatiya gelê Kurd dike û ji berê ve hewl dide wî qir bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hevkariya PDK`ê ya aşkera bi dewleta Tirk re di pêkanîna projeya osmanî de, şerm e. Em dizanin ku armancên siyasî, aborî û leşkerî yên Tirkiyeyê ji vê dagirkirinê hene."

Hiso wiha pê de çû: "Malbata Barzanî gav bi gav bi dewleta Tirk re ye. bi saya hevkariya wê dewleta Tirk axa Kurdistanê dagir kir. Niha jî erka ku dagirkeriyê nekiriye, dike. Em dizanin ku gelê Başûr li dijî vê siyasetê ye. Em bawer in ku ew ê hewl bidin vê komployê têk bibin. Lê em jî vê helwesta malbata Barzanî şermezar dikin."

Munteha Ebdullah jî got: "Gelê Kurd dizane armancên mêtingeriyê çi ne. Dewleta Tirk bi hiceta şerê gerlîa bi hevkariya PDK`ê êriş gelê Kurd dike. Axa Başûr  dagir dike û projeyên aborî û leşkerî pêk tîne. Mixabin PDK`ê hîna pê re hevkar e."

Munteha Ebdullah diyar kir ku divê PDK`ê dev ji vê hevkariyê berde û ji bo yekitiyê kar bike ji ber ku yekitî, rêya yekane ya bidestxistina mafên gelê Kurd e.

(şx)

ANHA