Şervanên Minbicê bersiva êrişên çeteyan da

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva berê hewl da bikevin gundên bakurê rojavayê Minbicê, lê şervanên Minbicê bersiva êrişan da.

Şervanên Minbicê bersiva êrişên çeteyan da
27 tîrmeh, 2024   21:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şeva berê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundên bakurê rojavayê Minbicê, lê şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan da.

Navendê anî ziman ku  di encama bersivdana şervanên Minbicê de zirarên mezin bi cebilxaneyên çeteyan bûn û hejmara kuştî û birîndaran 15 çete ne.