Rojevên îro yên rojnameyên erebî; Sûriye, Lubnan û dosyaya enerjiyê

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de dosyayên Lubnanê, girêdayî wê mijarên ewlehî û mûzakereyên navneteweyî nirxandin. Her wiha cih da projeyên enerjî û aboriyê yên navbera welatan de, geşdanên siyasyî yên herêmî bi taybetî Sûriye û têkiliyên wê bi Lubnanê re.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî; Sûriye, Lubnan û dosyaya enerjiyê
27 tîrmeh, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Geşedanên ewlehî û siyasî yên Lubnanê, têkiliyên herêmî, dosyayên enerjiyê, her wiha têkiliyên Sûriye û Lubnanê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê Lubnanê de destnîşan kir ku artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Îsraîlê bi domandina binpêkirinên xwe temambûna belavbûna leşkerên wê li başûrê welat asteng dike. Rojnameyê bal kişand ser vê  eykê ku desthilata Lubnanê çavdêriya li benderan asê kirine da ku li ber jêderên finansekirina Hizbullahê bigire.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî li ser peywendiya Fransa-Lubnanê nivîsî. Hate gotin, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron banga rawestandina êrişên Îsraîlê kirin. Di heman demê de nîqaşên li ser rola artêşa Lubnanê li başûr dewam dikin.

Rojnameya El Nehar a Lubnanê jî îşaret bi vê yekê kir ku berî gera dan û standinên li Romayê, artêşa Lubnanê "zengilê hişyariyê" lê da. Li gorî rojnameyê, daxuyaniya artêşê peyamên siyasî û ewlehiyê yên têkildarî pêkanîna "peymana çarçoveyî" hildigire. Rojnameyê her wiha cih da serdana Serokwezîrê Lubnanî ya Bexdayê ya ji bo nîqaşkirina projeya vejandina boriya petrolê ya Iraq-Lubnanê.

Rojnameya El Exbar jî bal kişand ser armancên peywendiyên Îran-Omanê û îhtîmala berdewama aramiyê di navbera DYA û Îranê de. Destwerdana muhtemel a Sûriyeyê di Lubnanê de, dîsa jî daxuyaniyên fermî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku dibêje ew destwerdana leşkerî nake wekî mijareke sereke hat şîrovekirin.

Rojnameya Nîda El Wetan projeya xete petrolê ya Kerkûk-Terablusê wekî ji dosyayên stratejîk di navbera Iraq û Lubnanê de nirxand. Rojnameyê îşaret bi rewşa diravî û qanûna çaksazkirina saktora bankan a Lubnanê jî kir.

Rojnameya El Diyar di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser nakokiyên li ser pêkanîna "Peymana çarçoveyî" ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de. Rojnameyê bi bîr xist ku artêşa Lubnanê, Îsraîlê bi astengkirina peymanê tawanbar dike. Her wiha behsa hewldanên diplomatîk ên Amerîkayê yên çareserkirina rageşiyê kir.

Rojnameyên El Enbaa, El Raî û El Cerîda yên Kuweytê jî têkiliyên Lubnan-Iraqê, hewldanên navneteweyî yên têkildarî Lubnanê, her wiha daxuyaniyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku dê destwerdana leşkerî li Lubnanê nekin nirxandin.

(bb)