Li Humsê jinek hat qetilkirin, hevjîn û kurê wê birîndar bûn

Li bajarê Humsê di êrişa çekdarî de jinek hat qetilkirin û hevjîn û kurê wê jî birîndar bûn.

Li Humsê jinek hat qetilkirin, hevjîn û kurê wê birîndar bûn
27 tîrmeh, 2026   08:51
HUMS

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ragihandine, kesên nenas gule li malbatekê reşand. Di gulebaranê de jina bi navê Yumna Helaq (41) hat qetilkirin, hevjînê wê jî bi giranî birîndar bû, her wiha kurê wan Zên Îbrahîm (13) ji zengeloka xwe birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyeke bajêr.

Êriş duh derengî şevê li kolana Beyet El Tewîl a taxa Wadî Zeheb pêk hatiye. Li gorî agahiyan, êriş bi demançeyeke bêdeng hatiye kirin.

Heta niha êrişkar û sedemên êrişê nehatin zanîn. Aliyên têkildar jî der barê bûyerê de agahî nedane.

(bb)