Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku DYA’yê bi rêya aboriya Heşid El Şab zextên xwe li ser hikumeta Sûdanî zêdetir kirine da ku bandoriya Îranê qels bike. Li gorî rojnameyan, diyar e Îran di projeya xwe ya nukleerî de berdewam e. Li aliyekî din jî dewletên Ewropayê der barê dozên mirovî de bi durûtiyê hat sûcdarkirin.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
30 hezîran, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de zextên DYA’yê yên li ser hikumeta Iraqê, israra Îranê di projeya xwe ya nukleerî de, her wiha  durûtiya Ewropayê di dan û standinên bi dozên mafên mirovan de nirxandin.

ZEXTÊN DYA’YÊ YÊN LI SER HIKÛMETA IRAQÊ ZÊDE DIBIN

Rojnameya El Ereb ku cih da zextên DYA’yê yên li ser hikumeta Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya El Sûdanî, diyar kir ku armanca ji van zextên ew e ku beriya hilbijartinên parlamentoyê bandoriya Îranê ya di saziyên dewletên Iraqê de qelis bike.

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku derengxistina belavkirina mûçeyên Heşid El Şabî êdî bûye amûra zexteke navendî ku DYA’yê li dijî hikumeta Sûdanî bi kar tîne da ku siyaseta xwe li hemberî Heşîd El Şabî ya ku destekê ji Tehranê digire, biguhere

Rojnameyê bi domdarî destnîşan kir ku "Li gorî çavdêran, dibe ku ev zext bibe destpêka rêze zextên bi armanca zihakirina finansekirina milîsan û rêgirtina li ber pêşxistina kapasîteyên wê an tevlêkirina endamên nû nava xwe."

ŞERÊ ÎRAN -ÎSRAÎL

Rojnameya Şerq El Ewsat jî dosyaya şerê Îran-Îsraîlê û agirbest ji aliyê Turmp ve hatiye ragihand, nirxand.

Hate diyarkirin ku armanc ji vî şer wêrankirin an jî betalkirina bernameya nukleerî ya Îranê bû. Rojnameyê îşaret bi kuştina hejmarek zaynarên nûleerî yên Îranê kir. Rojnameyê bal kişand ser destwerdana DYA’yê ya di şer de jî û diyar kir ku armanca destwerdana DYA’yê ew bû ku Îsraîlê di wêrankirina tesîsên asê yên nukleerî yên Îranê yên çiyayan bêçar bû û wiha hat domandin "li gorî texmînan, dibe ku agirbesta heyî demek dirêj dewam neke, ji ber ku domandina çalakiyên dewlemendkirina uranumê, dê êrişên Îsraîl an DYA’yê hewce bike.  Li gorî texmînên din jî, tiştê ku di şerê 12 rojan de qewimî, bêyî ku behsa şerekî germtir bikin, dê ji bo Îranê bibe teşwîqek - ne astengker  da ku bigihîje sînorê qedexekirî yê nukleerî."

EWROPA Û PÎVANÊN DURÛ

Rojnameya El Xelîc jî cih da durûtiya Ewropayê di dan û standinên ligel dozên mafên mirovan, bi taybet cezayên li ser Rûsyayê yên ji ber şerê wê yên li ser Ukraynayê, bêdengiya wê li hemberî şerê domdar ê Îsraîlê yên li ser Xeza û Dîfaya Rojava.

Li gorî rojnameyê " Tevî ku Daîreya Karûbarên Siyasî ya Ewropî, di raporek hefteya borî de teqez kiribû ku Îsraîlê erkên xwe yên têkildarî mafên mirovan ên li gorî bendên peymana Yekitiya Ewropayê bin pê kiriye, lê durûtiya di helwestên Ewropayê û reva ji destnîşankirina helwesteke cezayî li hemberî Îsraîlê dixuyan. Ev jî îsbat dike ku serokên Ewropayê peymanên ku îmze kirine bi cih nayînin."

(bb)