Kesên dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê

39 kesên dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin dê ji Ewropayê bên Tirkiyeyê û di çarçoveya pêvajoyê de hevdîtinan bikin.

Kesên dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
30 hezîran, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ku ji hêla akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ku ji ber zextên Tirkiyeyê çûn derveyî welat ve hatiye avakirin, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dabû destpêkirin. 

 Li gelek welatên Ewropayê ev kampanya didome û gelek kesên dixwazin piştgiriya xwe ya bi pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re nîşan bidin û nêrînên xwe parve bikin, dê îro bên Tirkiyeyê.

 HEVDÎTINA BI BUROYA HIQÛQÊ YA ASRINÊ Û DEM PARTIYÊ RE

 Di vê çarçoveyê de, 39 kesên ku rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, wekîl û hiqûqnas jî di nav de ne, dê di 1-2’yê Tîrmehê de li Tirkiyeyê hevdîtinan bikin. Şande, dê di 1’ê Tîrmehê de bi Buroya Hiqûqê ya Asrinê re hevdîtinê bike.

 Şande, di heman rojê de dê biçe serdana rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê. Piştre jî dê şande bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.

 CIVÎNA MASEYA GILOVER

 Hevdîtinên şandeyê dê di 2’yê Tîrmehê de li hotêleke Taksîmê bi “Civîna Maseya Gilover” bidome. Endamên şandeyê dê di civînê de nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, pêşniyarên xwe yên têkildarî bê civaka navneteweyî dikare çawa ji pêvajoyê re sûdewer be parve bike. Piştî civînê jî dê danezana hevpar bi raya giştî re were parvekirin.

 Piştî hevdîtinan jî dê şande ji Tirkiyeyê vegere.