Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Axaftina sekreterê giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim, hewldanên normalîzekirina di navbera Siûdiye û Îsraîlê, her wiha rewşa Lubnanê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
31 cotmeh, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê, têkildarî xîbata sekreterê giştî yê nû yê Hizbullah Naîm Qasim nûçeyek bi sernavê "Naîm Qasim bêyî destûra dewletê berdewamkirina şer ragihand" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku xîtaba sekretêrê giştî yê nû yê Hizbullah heman helwesta berê ya Hizbullahê ye. Têkildarî helwestê jî hate gotin "Helwesta Hizbullahê ew e ku bi hêza çekê biryara Lubnanê kontrol dike û ji bo rawestandina şer şertan li gorî kêfa xwe bi Îsraîlê datîne."

Rojnameyê bi domdarî nivîsî "Li gorî çavdêrên îsraîlî,  derfetên dîtina asoyên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina şer Îsraîl û Hizbullah hene; ji ber ku artêşa Îsraîlê zirarên mezin li hêzên leşkerî yên Hizbullahê anîne."

ˈSIÛDIYE AMADEKARIYÊN PÊŞNIYAREKE DIN A NORMALÎZEKÊ JI ÎSRAÎLÊ RE DIKEˈ

Rojnameya El Exbar a Lubnanê ragihand ku li Misirê ji bo xurtkirina derfetên Riyadê ku li beramberî rawestandina şer û naskirina dewleta Filistînê, bi Îsraîlê re normalize bike, hewldan hene.

Rojnameyê têkildarî  civîna Hevbendiya Navneteweyî ya Cudakirina Her du Welatan a ji 90 welatan pêk tê ku duh li Erebistana Siûdî dest pê kiribû  nirxandin kir. Rojnameyê civîn wekî gaveke ber bi pêvajoya ku Riyadê dixwaze pêk were ve nirxand. Di nûçeya civîna hevbendiya navborî ya par jî hat bi bîrxistin û hate gotin "Civîna par bê encam bû. Lê civîna vê carê ji bo Erebistana Siûdî mîna derfetekê ye ku pêşniyara xwe ya têkildarî agirbestê û naskirina mafên hebûna dewleta Filistînê wekî şertê normalîzekirina bi lez a bi Îsraîlê re pêşkêşî Til Avîvê bike."

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku peywendiyên Misir û Qeterê yên bi armanca sazkirina forumeke agirbestê dewam dikin.

ˈRÊKEFTINA LUBNANÊ: PROPAGANDEYA ŞEVA BERIYA HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊˈ

Rojnameya El Beyan jî der barê Lubnanê de nûçeyek weşand. Rojnameyê behsa "Rêkeftina Lubnanê" ya ku di rojeva Îsraîlê de ye û hate gotin, li gorî çavkaniyên siyasî, şerê Lubnanê bi nêzîbkûna hefteya dawî ya hilbijartinên serokatiya DYAˈyê re ber bi dawî ve diçe. Hate diyarkirin ku metirsî hene ku di hefteya dawî di şer gûrtir bike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan girtine, da zanîn ku li gel erkê navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein ku li Til Evîvê ye, dan û standinên agirbestê li Lubnanê "berdewam" in û lubnanî jî li hêviya encamên wê ne.

Hate gotin, li gorî çavkaniyên dîplomatîk,  şerê li Lubnanê "di demeke nêz de ranweste".

(şx/bb)