ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 03-12-2023

ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 03-12-2023
3 kanûn 2023   02:00

 Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de cih dan rewşa debarê ya li herêmên hikumeta Şamê, şerê li Xezayê û bandorê li Lubnanê.  Her wiha bal kişand ser têkiliyên Îran û Tirkiyeyê.

Ji damezirînerên NDFP’ê Coni Ledesma got “Têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe, gelan nake terorîst” û bang li her kesî kir ku ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, bikevin nava liv û tevgerê. (BI WÊNE).

Haj hemûyan hebû û têkiliyên bi malbatê û xizmên xwe re qet qut nedikirin. Kengî derfet bidîta serdana xizm û cîranên xwe dikir. Dayika xwe teşwîq kir ku cihê xwe di komînê de bigire. Şehîd Serbest Heleb ji dayika xwe re dibêje “Ger mîna hevalê xwe şehîd bibim, tu yê wêneyê min li dîwêr daliqînî û bi şehadeta min serbilind bî.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê xebatên xwe zêdetir kiriye da di demeke nêzîk de mazotê li tevahî şêniyan belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dema serokkomarê Tirk ji bo xelkê Xezayê rondikan dibarîne û rayedarên wî behsa sûcên şer dikin ku li wir pêk hatine, hêz û çeteyên wî heman sûcan li Sûriye, Iraq, Lîbya û welatên din didomînin. Bazirganiya di navbera Enqere û Til Evîvê zêde dibe. Ev jî bi awayekî zelal durûtiya Tirkiyeyê aşkera dike. (BI WÊNE).

Beşar Esed qanûna bi hejmara 37’an a sala 2023′yan derxist û di qanûnê de tê gotin kesên di ser 40 saliyê re yên tev li leşkeriya rezerv nebûne, dikarin li şûna wê pereyan bidin. (BI WÊNE).

Artêşa Îsraîlê di Mijdarê de 7 êrişên hewayî û bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Rêxistinî ya Kongreya Îslama Demokratîk  di çarçoveya pêngava ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de, li Mizgefta Qasimo ya bajarê Qamişloyê civînekê ji meleyan re li dar dixe, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxiyê ji malbata şehîd Nacî Şercî re dixwazin. Sersaxî li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan tê qebûlkirin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Hesekê ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Amir Silêman ê ku li Dêrazorê şehîd bûye, sersaxî tê xwestin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Desteya Jîngehê ya Herêma Cizîrê dest bi projeya hilbirandina semada xwezayî li şitilgeha Goristana Kobanê dike, saet di 11.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe. Meş ji pêşiya hola civînan a 8′ê Adarê dest pê dike, saet di 13.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA