Panorama hefteyê:Siberoja herêmên hikumeta Şamê xirabtir e

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de cih dan rewşa debarê ya li herêmên hikumeta Şamê, şerê li Xezayê û bandorê li Lubnanê.  Her wiha bal kişand ser têkiliyên Îran û Tirkiyeyê.

Panorama hefteyê:Siberoja herêmên hikumeta Şamê xirabtir e
3 kanûn 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser bi qutbûna ceyranê ya bi saetên dirêj li herêmên hikumeta Şamê. Di nivîsê de hate gotin, qutkirina ceyranê bi saetên dirêj êşên sûriyeyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de zêdetir kirin. Her wiha îşaret bi daxuyaniyên rayedarên hikumetê hatin kirin ku dibêjin ′dê siberoj xirabtir be′. Di nivîsê de hate diyarkirin ku di çend rojên dawîn de li gelek taxên Şamê, bajarên Humis û Siwêdayê bi dehên saetan ceyran qut bûye.

Li gorî rojnameyê, hikumeta Şamê plan dike saetên kêmkirina kehrebeyê zêde bike û welatî jî nerazî ne, nemaze ku ev gav di demekê de hat avêtin ku fatoreyên ceyranê ya barên sûriyeyiyan girantir kir, zêdetir bûye.

PÊŞNÛMEYA ÎSRAÎL JI XEZAYÊ Û ŞER CAREKE DIN DEST PÊ DIKE

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê geşedanên li Xezayê de nûçeyek parve kir. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji Misirê û yên herêmî, Îsraîlê gelek dewletên Ereban agahdar kirine ku ji bo rê li pêşiya êrişan bigire, dê herêmeke tampon li ser sînorên Xezayê ava bike.

Di nivîsê de hate destnîşankirin ev nêzîkatiya ji aliyê Îsraîlê ve tu nîşaneyên bidawîbûna şerê roja înê ji nû ve dest pê kiriye, nade.

′HEWLDANÊN ROJAVAYÎ YÊN DÛRXISTINA LUBNANÊ JI ŞER′

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê cih da hewldanên rojavayî yên dûrxistina Lubnanê ji şerê Îsraîl û Hemasê. Di nivîseke rojnameyê de hate gotin rojavayî naxwazin Lubnan bikeve nava şer û hate gotin: "Ruxmî ku berpirsên Lubnanê aşkera kir ku Lubnan naxwaze bikeve nava vî şerî, lê rewşa li herêma sînor hîna aloz e û fermandarê hêzên UNIFIL general Aroldo Lazaro metirsiyên xwe anîn ser ziman ku rageşiyeke din li başûrê Lubnanê çêbe û bi xwe re wêraniyê bîne."

NAKOKIYÊN TIRKIYE Û ÎRANÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî behsa vekişîna serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di kêliyên dawî de ji lûtkeya kir ku çavrê bû duh li Enqereyê bi serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re duh biciviya. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên diplomatîk, serokkomarê Îran bi vê nêzîkatiyê xwest zext li Tirkiyeyê bike ji bo ku helwesteke tund li dijî Îsraîlê bigire.