ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 – 11 – 2024
9 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên Şedad, Hol û Til Birakê girîngiya Operasyona Ewlehiya Domdar vegot û diyar kir ku ew amada ne destekê bidin hêzên operasyonê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Elî Rehmûn got Sekreteryaya Giştî ya Rêya Sûriyeya Demokratîk bi armanca pêkanîna lihevkirinan, dê hewl bide xwe bigihîne dewletên ku di dosyaya Sûriyeyê de aktîf in û hêz û kesayetên sûriyeyî yên demokrat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku bi saya paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan rêxistina wan ava bûye û diyar kir ku dê heya mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Rewşên Awarte ya Ceyranê ya bajarê Til Birakê sererastkirina birc û şebeyekên ceyranê yên bajar û gundewarê wê bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Însiyatîfa Niştîmanî ya Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi kesên nû re yên ku Rêber Abdullah Ocalan dîtine, li navenda PYD’ê ya Dêrikê dicive, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star li ser Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê semînerekê li navenda PYD’ê ya Amûdê dide, saet di 12:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo û şêniyên bajêr şehîd Yûsif Gulo û şehîd Enter di salvegera 3’yemîn a şehadeta wî de li goristana şehîd Delîl Sarûxan bi bîr tînin, saet di 15:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 10’emîn a Çand û Hunerê ya Rojava ya ku ji aliyê HRRK’ê ve tê lidarxistin, di roja xwe ya 2’yemîn de didome. Tê de paneleke diyalogê bi navê “rola zanabûna civakî di parastina nasnameya Kurdî li Sûriyeyê de” tê lidarxistin, saet di 16:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Civîna damezirîner a Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Zanîngeha Şerq a Reqayê li dar dikeve, saet di 09:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)