Dagirkeran êrişî gundên Minbicê kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundên bakurê kantona Minbicê dan ber topan.
Navendê diyar kir ku dagirkeran ji saet 02.30 heya 04.00ˈan gundên Minbicê topbaran kirin.
Li gorî navendê deriyê gundê Ewn Dadat bi 45 topan û gundê Dirc bi 5 guleyên hawn û obîsan hatin topbaran kirin. Hate zanîn ku ji ber topbaranê zerarên madî çêbûn.
(bb)
ANHA