ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-11-2023
6 mijdar 2023   02:00

Pisporên ji Misirê piştgirî da pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd û got, tevlêbûna pêngavê ereke dikeve ser milê tevahî bawermendên edaletê.

Revandin, girtin û zextên PDK′ê, nîşan didin ku Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevanan û karê rojnamegeriyê cihekî ne ewle ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevan Newroz Demha diyar kir ku dewleta Îran û dewleta Tirk bi hedefkgirtina rojnamevanên jin dixwazin planên xwe veşêrin. Newroz bang li rojnamevanan kir ku bi kamere û pênûsa xwe perglên despotî teşhîr bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piraniya berhemên şêwekarên ku tev li 1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya gerok bûne, li ser berxwedana jinan bû. Beşdaran destnîşan kir ku ji bo parvekirina çandên cuda û nêrînan, lidarxistina mîna van çalakiyan gelek girîng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Avê ya bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê piştî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, hewl da pirsgirêka avê çareser bike. Ji bo wê, dînamoyeke avê‏ ‏bi cih kir ku avê ji 30 hezar kesî re peyda dike. ‎‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi sponseriya Zanîngeha Şerq a li Reqayê û hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongreya Yekemîn a Neteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî di roja xwe ya duyemîn de dewam dike, saet 09:30′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi diruşma ′Na ji qutilkirina jinan re′ li hola Serdem a navçeya Ehdas a Şehbayê civînekê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêma Cebanat a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li ser navê rojnamevan û nûçegihanên Heleb û kantona Şehbayê têkildarî revandina rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed daxuyaniyek tê dayîn, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA