Bi çalakiyên hunerî roja yekemîn a Kongreya Neteweyî ya Parastina Mîrasê bi dawî bû

Li Zanîngeha Şerq a li bajarê Reqayê roja yekemîn a Kongreya Yekemîn a Neteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî bi çalakiyên stran û folkorê bi dawî bû.

Bi çalakiyên hunerî roja yekemîn a Kongreya Neteweyî ya Parastina Mîrasê bi dawî bû
5 mijdar 2023   22:23
REQA

Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ′Parastina Mîrasa Madî û Nemadî′ Kongreya Yekemîn a Parastina Mîrasa Madî û Nemadî li Reqayê li dar xist.

Di roja yekemîn a kongreyê de ji hêla lêkolerên şûnwar û çandan semîner hatin lidarxistin. Her wiha roja yekemîn a kongreyê bi çalakiyên hunerî û çandî ku nûnertiya dîrok û çanda pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike bi dawî bû.

Kongre heta 3 rojan li Zanîngeha Şerq a li Reqayê dewam dike.

(fr)

ANHA