Pisporên ji Misirê piştgirî da pêngava ji bo Rêber Abdullah Ocalan

Pisporên ji Misirê piştgirî da pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd û got, tevlêbûna pêngavê ereke dikeve ser milê tevahî bawermendên edaletê.

Pisporên ji Misirê piştgirî da pêngava ji bo Rêber Abdullah Ocalan
6 mijdar 2023   07:35
QAHÎRE- MUHSIN El MISIRÎ

Pisporên ji Misirê piştgiriya xwe bi pêngava ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasîre nîşan da û ji bo pêkanîna armancên pêngavê bang kir.

′DOZEKE ADILANE YE′

Koordînatorê Giştî yê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan Îlhamî El Milêcî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ′pir girîng′ nirxand û got: "Beşdarbûna pêngavê ereke dikeve ser milê tevahî bawermendên doza adilane ya rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan."

El Milêcî bal kişand ser bandora pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Bandora pêngava cîhanî ya azadiya Ocalan ne ji kêliyekê an jî ji demekê ve ye, lê ev pêngav danheva gelek çalakiyan e. Ya ku bala min kişandiye; tevahî pêngavên têkildarî parastina Rêbertî mîna Însiyatîfa Erebî û Misirî ya Ji Ocalan re azadî bi ser ketin, ku rêya panelan kesayeta Ocalan û edaletebûna doza wî û fikr û felsefeya wî ya cîhanî dane nasandin."

Nivîskar Îlhamî El Milêcî yê ji Misirê bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di her pênc celdên Manîfestoya Şaristandiya Demokratîk de çareserî ji şer û aloziyên li herêma Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin û got: "Pêşkêşkirina van tez û çareseriyan dê bawermendên fikrê Ocalan zêdetir bike, di encamê de dê çarçoveya piştevaniya bi azadî û doza wî ya adilane re firehtir bibe."

′DIVÊ TIRKIYE Û DURÛTIYA CÎHANÊ WERIN TEŞHÎKIRIN′

El Milêcî got, ji pêngav û saziyên piştevanên azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê xwestin ku derewên dewleta Tirk ên der barê azadî û demokrasiyê de teşhîr bikin û wiha pê de çû: "Ji zêdetirî 25 salan ve Rêber Ocalan bêyî tu tawana girtî ye. Tawana li dijî wî ew e ku parastina doz û mafên neteweya Kurd dike. Ocalan ji tevahî mafên ku di qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî de hatine destnîşankirin, bê par e.′′

El Milêcî anî ziman ku teşhîrkirina kiriyarên dewleta Tirk dê bi awayekî mezin zemîna piştevaniya bi Azadiya Rêber Abdullah Ocalan re fireh bike.

El Milêcî îşaret bi nealqeya saziyên hiqûqî yên cîhanê bi doza Rêber Abdullah Ocalan re kir û ev nirxandin kir: "Sedem gelek in. Ji wan sedeman, dibe ku pêngavên piştevaniya bi Ocalan re ne bi wê hêz û  çalakbûnê be. Dibe alavên ku pê saziyên navneteweyî werin îqnakirin, tune ne. Faktorekî din heye ew jî girêdayî hesabên siyasî û berjewendiyên van rêxistinan e. Di encamê de Tirkiyeyê endameke NATO′yê ye û di sîstema navneteweyî de xwedî pergaleke xurt û bi bandor  e, lew ra  nêzîkatiyên rêxistinnan ên li hemberî Tirkiyeyê  ji nêzîkatiyên li hemberî dewletên lawaz ji hev cuda ne. Ji ber hesabên taybet ên dewletên mezin ên ev rêxistin girêdayî wan in, çav li doza Ocalan tên girtin."

Îlhamî El Milêcî destnîşan kir ku di şerê li Xezayê de jî durûtiya hêzên navneteweyî û xiyaneta rêxistinên navneteweyî diyar dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ocalan di pirtûk û parêznameyên xwe de durûtiya cîhanê  teşhîr kir û derewên civata navneteweyî ya ku di bin bandora kapîtalîzmê û hêzên mêtinger de ye keşif kir."

′DIVÊ PÊNGAV BERFIREH BIBE′

Dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xêr jî got, pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan  ji gelê Kurd wê detir, gelên Ereb û yên misilman jî eleqedar dike.

Elî Ebû El Xêr got, divê stratejiya pêngavê were guhertin û wiha dom da axaftina xwe: " Ji bo kiryarên Tirkiyê yên li dijî Ocalan û vîna gelê Kurd werin teşhîrkirin, divê pêngav bighêje rêxistinên navneteweyî, herêmê, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Mafên Mirovan a Cîhanê, rêxistinên Komkara Ereban, Konseya Hevkariya Îslamî, her wiha divê bighêje rêxistinên civaka sivîl û navxweyî yên li tevahî cîhanê."

Ebû El Xêr destnîşan kir ku pêngav bi bûyerên li Xezayê jî bi bandor dibe û got: "Cîhan şerê sîyonîstan ê li dijî Filistîniyan dişopîne, divê sûd ji piştevaniya cîhanê ya ji bo Xezayê were girtin, piştre doza Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji 25 salan ve girtî ye, bişopîne."

Elî Ebû El Xêr banga xurtkirina pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Em vê ji bîr nekin, divê  li tevahî welatan û ji tevahî gelan bi mîlyonan îmze werin komkirin da ku  ji bo serbestberdana Ocalan zext li rejîma Recep Tayyîp Erdogan were kirin. Ya herî girîng ew e ku zilma li ser gelê Kurd tê kirin bi wêneyeke rast were vegotin, nemaze ku Kurd li welatên Ewropa û Amerîkayê hene, ev yek ji encama zilma li ser Kurdan e. Her wiha divê peywendiyên Kurd-Kurd û peywendiyeke di navbera Rojhilata Navîn û Ewropayê de hebin da ku armancên têne xwestin pêk werin."

(bb)

ANHA