ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-10-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-10-2024
6 cotmeh, 2024   02:00

Hêzên ku dixwestin bi komployê xwe bigihînin encamê, pê hesiyan ku gelekî şaşî kirine. Yekane çareya wan a dawîn, bi temamî tecrîdkirina Rêber Apo bû. Tecrîdê bi salan dewam dike jî kuştineke bêdeng e. Qonaxa dawîn a komployê ku serdestên bêmecal ji bo encamê serî lê da, tecrîd û îzolasyon bû.

 Li hemberî Komploya Navneteweyî ku dijî Rêber Abdullah Ocalan 9`ê Cotmeha 1998`an dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi radestkirina wî ji dewleta Tirk a dagirker re dom kir, ev 26 sal e têkoşîneke bênavber a navneteweyî tê meşandin.

 Li Bakur, Başûr, Şengal û Rojava di xebatên çapemeniya azad, jineolojî, akademîk û di jiyana jinan de dengê şehîd Nagîhan vedide. Li Kurdistanê şopên wê zindî ne û şopdarên wê xeyalên wê nîvço nehiştin.

Eyşe Efendî ku şahideke berxwedana Kobanê ye, çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê wek qonaxeke girîng a dîroka têkoşîna jinan bi nav kir û got şehîd Arîn rêya azadiyê û rizgariya ji desthilata baviksalariyê nîşan da.

 Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa paşxaneya derbaskirina ewlehiyê ji bo kuştina Hesen Nesrullah, bandora êrişan li eniyên cuda yên li herêma Rojhilata Navîn, kir.

Pêşkêşkirina alîkariyan ji welatiyên ji Lubnanê vedigerin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd li qada Mesrefta Çandiyê ya li Til Hemîsê konê alîkariyê vedide, her wiha xelkê bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Çilaxa alîkariyan pêşkêşî konê berê hatiye vedan, dikin, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Yekitiya Parêzeran û Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Tebqayê li dika Şehîd Musena bi sernavê ʹKomploya navneteweyî ya li dijî Rêbertîʹ panelekê li dar dixe, saet 10:00ʹan, her wiha Parêzerên kantona Firatê li ser komployê û qanûnên navneteweyî li hola Meclisa Lihevanînê ya Kobanê semînerekê didin, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji rûspiyên kantona Cizîrê re têkildarî komploya navneteweyî civînekê li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a Tirbespiyê li dar dixe, saet 10:00ʹan, li bajarê Til Temirê PYDʹê 2 civînên cuda têkildarî komployê li Çiyayê Kezwan û li gundê Xiwêtele li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Meclisa Jinan û Dayikên Aştiyê li Kantona Efrîn û Şehbayê der barê komploya navneteweyî li kampa Berxwedan a bajarokê Fafînê daxuyaniyekê didin, saet 10:00ʹan, her wiha Însiyatîfa Gel a Kantonê meşekê li dar dixe, meş ji Parka 4ʹê Nîsanê dest pê dike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meşa dirêj a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Firatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî daye destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de dewam dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Xelkê kantona Cizîrê cenazeyê fermandara YPJʹê şehîd Jîna Cûdî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê Yekitiya Mamosteyan li stadyûma Rimêlanê yê kantona Cizîrê çalakiyekê li dar dixe, her wiha Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. Komeleya Perwerdê ya Til Temirê jî bi heman boneyê li hola Xeyme şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Holê li ser zirarên hişbirê û xeteriyên wê li ser civakê paneleke diyalogê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Mîhrîcana 3ʹyemîn a Şehîd Arîn a Şanoyê di roja xwe ya duyemîn de li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê dewam dike, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Rêxistina Stêrk a Parastina Mafên Zarokan li kampa Berxwedana a bajarokê Fafînê ya kantona Efrîn û Şehbayê navendekê vedike, saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi nêzbûna salvegear êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarê Serêkaniyê, koçberên Serêkaniyê yên li kampên Serêkaniyê û Waşûkaniyê meşekê li dar dixin, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)