Polîsên Almanyayê bi ser komaleya Kurd de girt

Navenda Demokratîk a Civaka Kurd a Nav Berlîn, bi awayekî derhiqûqî, bêyî belgeya lêgerînê bû hedefa polîsan.

Polîsên Almanyayê bi ser komaleya Kurd de girt
5 cotmeh, 2024   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Demokratîk a Civaka Kurd a Nav Berlîn ku li paytexta Almanya Berlînê xebatên xwe didomîne, rastî miameleya keyfî ya polîsên alman hat. Hat diyarkirin ku polîsên Berlînê bêyî belgeya lêgerînê bi tîmên taybet bi ser komaleyê de girtin. Serdegirtin saet di 15.00'an de pêk hat û polîsan çek dirêjî kesên li komaleyê bûn kirin û gefên dijwar li wan xwarin. Tevî ku malbat û zarok li navendê bûn, ev helwesta polîsan û bi taybet bikaranîna çekan rastî bertekên mezin hat. Erîşkariya polîsên Berlînê rêbazên Naziya Almanyayê anî bîra mirovan.

Endamên komaleyê anîn ziman ku serdegirtin ne li gorî esasên demokrasiya Almanyayê û zagona komaleyan e. Her wiha kontrolkirina nasnameyan û bêyî parêzeran girtina îfadeyan jî kiryareke din a balkêş bû.

Endamê komaleyê Huseyîn Yilmaz û endamekî din hatin binçavkirin û ew birin navenda polîsan.

Navenda Civaka Demokratîk banga xwedîderketina saziyê kir.