Mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa paşxaneya derbaskirina ewlehiyê ji bo kuştina Hesen Nesrullah, bandora êrişan li eniyên cuda yên li herêma Rojhilata Navîn, kir.

Mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî
6 cotmeh, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

’SÛRIYE PEHNIYA ACHILLES BÛ: ÎSRAÎLÊ ÇAWA HIZBULLAH DERBAS KIR?’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku  cih daye şîroveyên du berpisên îstîxbarata Îsraîlê, piştevaniya Hizbullah ya bi Beşar Esed di aloziya Sûriyeyê de mîna mîna "pehniya Achilles" nirxandin. Berpirsan gotin," Ev beşdarî hişt ku Til Aviv destkeftekê bi dest bixe. Ev destkeftî jî ketina nava Hizbullahê bû, nemaze piştî ku bi dehên salan pêkhatina wê ya nepenî asê bû."

Rojnameyê bi bîr xist ku li gorî her du berpisan "Tişta hatî guhertin, kûrbûn û kalîteya agahiyên îstîxbaratî bû ku Îsraîlê ji 2 mehên borî ve bi dest xisitibûn."

Di dewama nûçeyê de hate gotin, du berpirsan diyar kir ku ev guhertina kalîteyî  xwe dispêre "wêneya îstixbaratî ya xurt" û wiha hat domandin " Hizbullahê agahî li ser endamên xwe yên ku di sala 2012’an de alîkariyardayîna bidawîkirina xwepêşandanan çûbûn Sûriyeyê parve kiribû.  Ev agahî dane diyarkirin ku kî berpirsê çalakiyên Hizbullahê ye, pileya kî ji wan bilind bûye, kî gendel bû û kî piştî rêwîtiya bêyî şîrove dîsa vegeriya ne."

Her wiha hate diyarkirin  şerê li Sûriyeyê ji sîxûrên Îsraîlê bû derfetek. Rojnameyê ku cih daye nirxandinên siyasetmedarekî payebilind ê berê yê Lubnanî diyar kir ku ketina îstixbarata Îsraîl  an jî ya DYA’yê ya nava Hizbullah berdêlê piştgiriya wan ji Esed re ye û wiha hat gotin: "Lazim bû koma nepenî ya Hizbullah li Sûriyeyê xwe aşkere bikira, lê ji nişka ve di nava peywendiyên bi saziya îstîxbarata Sûriyeyê an jî ya Sûriyeyê de mabûn û agahî parve dikirin. Ev peywendî bi awayekî rêxistinkirî ji aliyê amerîkayan ve dihat şopandin."

ʹALOZİYA DAWÎN A Lİ HERÊMÊ GEFAN Lİ HİLBİJARTİNÊN HERÊMA KURDİSTANÊ DİXWEʹ

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Aloziya dawîn a li herêmê gefan li hilbijartinên Herêma Kurdistanê dixwe" weşand.

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî aloziya li herêma Rojhilata Navîn û êrişên Îranê yên li dijî Îsraîlê, metirsiyên taloqkirina hilbijartinan li Herêma Başûrê Kurdistanê zêde bûn.

Rojnameyê cih da nirxandinên hin çavdêran û diyar kir ku "Dibe ku Iraq bibe qada şerê herêmê, nemaze piştî ku komên alîgirên Îranê ji bo piştgiriya Hizbullaha Lubnanê bi moşek û balafirên xwekuj êrişî Îsraîlê kir.”

Li gorî rojnameyê, dibe ku ev geşedan bandorê li hilbijartinên parlamentoya herêmê bikin ku berê jî gelek caran hatibûn taloqkirin û hate gotin: "Ev jî tê wateya ku dema desthilatê heta demeke nediyar dirêj bibe."

‘ÎRAN HEWL DIDE BI HEZARAN ÇEKDARAN BIŞÎNE SÎNORÊN SÛRIYE Û LUBNANÊ’

Malpera El Hura cih da nirxandina kovara ‘Time’ ya amerîkî û diyar kir ku “Îran hewl dide bi hezaran çekdaran bişîne sînorên di navbera Lubnan û Sûriyeyê de".

Malperê li gorî heman çavkaniyan da zanîn ku "di 2 mehên borî de bi hezaran çekdar bi rastî ji Iraqê derbasî Sûriyeyê bûne" û di heman demê de îşaret pê kir ku Tehran "hewl dide hêza xwe ya bersivandinê xurttir bike".

Malperê li gorî agahiyên ku heman kovarê ji berpirsekî berê yê Pentagonê wergirtine, destnîşan kir ku gerînendeyê bernameya ewlehiyê ya Rojhilata Navîn ê navenda ewlehiya amerîkî ya nû Jonathan Lord got: "Îran ji bo wekîlên xwe şer nake lê wekîlên wê ji bo wê şer dikin".

Girêdayî heman mijarê çavkaniyekî ji ajansa Bloomberg re bi bîr xistibû ku Îran "hewl dide bi hezaran çekdaran derbasî sînorên di navbera Sûriye û Lubnanê de bike".

Çavkaniyê ku navê xwe nedaye, da zanîn ku "Iraq dê li gel Sûriyeyê veguhere korîdorên sereke yên Hizbullahê ku toreke tunelan li ser sînorên Sûriye û Lubnanê ava kirine û hin fermandarên wê bi rêya wan tunelan derbasî Sûriyeyê bûne."

Şêwirmenda kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya koma aloziyên navneteweyî Dina Esfandiary got Îran dê neçar bibe bersivê bide û di heman demê de diyar kir ku pergala Îranê "naxwaze tev li şerekî bibe ku dizane tê de bi ser nakeve, ji ber wê divê bertekên xwe baş binirxîne".

‘GELO ŞER DÊ ALOZIYA VALAHIYA SEROKATIYÊ YA LI LUBNANÊ ÇARESER BIKE?’

Tora El Eyn diyar kir ku li gel Lubnanê nêzî şerekî herêmî dibe, di mijara valahiya serokatiyê de hewldanan dest pê kir.

Li gorî torê, serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî bi pêkhate û blokên siyasî û parlamentoyê re dest bi "hewldanan kiriye ji bo ku serokkomar di zûtirîn demê de were hilbijartin".

Her wiha torê diyar kir ku Berî di vê mijarê de berovajî helwestên wî yên berê yên hişk, hinekî nermtir bûye, ji bo ku serokkomar were hilbijartin.

Li gorî çavkaniyeke partiyeke muxalîf, tevgerên Berî ji bo hêsankirina hilbijartina serokkomar, vedigere helwesta wî û gelek aliyan ku dixwazin serokkomarek bê hilbijartin, ji bo ku li gorî hevsengiyên siyasî yên heyî tev bigere, beriya ku ev hevsengî di encama aloziya li herêmê de bên guhertin.

Torê cih da nirxandinên hin analîzvanan ku Lubnan di şer û aloziya hebûnê de ye, ji ber wê li ser milê her kesî berpirsyariyên dîplomatîk, derve, hundir ên mezin hene ku divê Lubnan pirsgirêkên destûrî, di serî de serokkomar û hikumetê, çareser bike.

ʹÎSRAÎL PLAN DIKE KU DERBEYÊ LI DEWLETEKE DIN A EREBÎ BIDEʹ

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan diyar kir ku Til Avîv plan dike ku li dijî komên çekdar ên li Iraqê tev bigere. Ew jî piştî 2 leşkerên wê di êrişa balafireke bêmirov li Colanê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Çavkaniyan ji rojnameyê re got ew ê bersiveke guncaw, çi bi êrişa balafirên bêmirov an jî awayekî din, bidin.

Rojnameyê aşkera kir ku her du leşkerên ku di êrişê de hatine kuştin Miqaweme Îslamiye ya Iraqê berpirsî girt ser xwe.