ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30- 4 – 2025
30 nîsan, 2025   02:00

Rewşenbîrên Til Temirê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bangewaziya dîrokî ya aştiyê ya ku beriya 2 mehan ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn, paşguh dike.

Koçberên ji kantonên Efrîn û Şehbayê rexne li desthilata Şamê û hêzên navneteweyî kir ku guh nadin daxwazên wan û xalên peymana ku bi QSD’ê re hatiye îmzekirin. Koçberan got çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê dernekevin ew venagerin malên xwe.

Parlamanterê DEM Partiyê Serhat Eren da zanîn ku lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng bû û dê bibe wesîleya lidarxistina kongreya kurdistanî.

Di 26’ê Nîsanê de, qada siyasî ya Kurdî bi lidarxistina "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" şahidê kêliyeke girîng di rêveçûna xwe ya dîrokî de kir. Ev konferansa weke gaveke pratîkî ya bersivdana banga gelê Kurd û tevahî bangawazên azadî û demokrasiyê li Sûriyeyê hat.

Siyasetmedar Mîdas Ezîzî diyar kir ku lihevkirina aliyên siyasî yên Kurdî li Sûriyeyê gaveke veguhêze û dîrokî ye û got Kurd xwedî rol û hêz in û ji bo avakirina welatekî nû û demokratîk ku tevahî Sûriyeyî wekhev bin, dikarin bandorê li desthilata Şamê bikin.

Ji Îmraliyê îradeyeke çareseriyê derket lê bersiveke têrker jê re nehatiye dayîn. Lewma jî her ku dem derbas dibe guman zêde dibin. Em di wê baweriyê de ne ku ji desthilata AKP'ê re xweşbîniyeke zêde heye û ji hedê xwe zêdetir tolerans jê re hatiye dayîn.

Desteya Enerjî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê rewşa bendavan, kêmbûna rêjeya avê û bandorên vê yekê li ser herêmê û li ser Bendava Firatê de, daxuyaniyekê dide, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê (1’ê Gulanê), bi diruşma "Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev r e1’ê Gulanê pîroz bikin", Rêxistinên Civaka Demokratîk û Yekitiya Kedkaran li kantona Reqayê şahiyekê li hola Bistan li dar dixin, (10:00), li kantona Tebqayê jî şahiyek li yarîgeha Yekitiya Werzîşê tê lidarxistin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Til Temirê bi hevkariya Şaredariya Gel û komînan li kolanên sereke yên bajarê dest bi paqijiyê dikin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji bo Şehîdên Qereçoxê li hola meclisê merasîmekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN