ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3- 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3- 6 – 2025
3 hezîran, 2025   02:00

Tevî birayra PKK’ê ya xwe fesixkirinê, artêşa Tirk a dagirker di navbera 1’ê Adarê-28’ê Gulanê de nêzî 18 hezar êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne.

Ciwan û Xwedekarên Zanîngehê diyar kir ku yekane rêya ku  li ber avakirina civaka azad û Suriyeyek demokratîk vedike projeya neteweya demokratîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Çanda feza li kantona Dêrazorê yek ji nimûneyên herî girîng ên xebata civakî ya hevbeş e ku hemû şêniyên deverê ji bo karan alîkriya hev dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker ev 6 sal e ku ava vexwarinê wek çekekê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Dewleta Tirk ava bîrên Elokê ji ser bajarên Hesekê û Til Temirê û gundewarên derdora wan qut dike, lewma zêdetirî milyonek û nîv mirov bê av mane. BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Firatê bi belavkirina pirûtkên jîngehê û şitlên gulan li komînên bajarên Kobanê, Sirîn, Eyn Îsayê, çalakiyên Roja Jîngehê ya Cîhanê dest pê dikin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên du şehîdan li goristana şehîdan a Şedadê defin dike, (11:00), her wiha xelkê Hesekê jî cenazeyên 3 şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN