Pervîn Buldan ji bo Serokwekîltiya Meclîsê hat hilbijartin

Dem Partiyê ji bo Serokwekîltiya Meclîsa Tirkiyê Parlementara Wanê Pervîn Buldan hilbijart.

Pervîn Buldan ji bo Serokwekîltiya Meclîsê hat hilbijartin
2 hezîran, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo li şûna Serokwekîlê Meclîsê yê berê yê Partiya Demokratîk û Wekhevî ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ê 3’yê Gulanê şehîd bûyî, îro li navenda giştî ya partiyê bi amadebûna hemû parlementeran civînek hate kirin.

DEM Partiyê di civînê de ji bo Serokwekîltiya Meclîsa Tirkiyê Endama Şandeya Îmralî û Parlementera Wanê Pervîn Buldan hilbijart.

DEM Partî wê rojên li pêşiya me ji bo Buldanê serî li Meclîsê bide.