Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mamosteyên Almanyayê re civiya

Şandeya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mamosteyên zanîngeheke Almanyayê re li ser mekanîzma û rêbazên dersdayîna nûjen nîqaş kirin.

Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mamosteyên Almanyayê re civiya
2 hezîran, 2025   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi mamosteyên Zanîngeha Friedrich-Alexander a Almanyayê re civiya. Ew zanîngeh yek ji zanîngehên navdar e ku girîngiyê dide perwerdekirina pirzimanî.

Ev hevdîtin, di çarçoveya pêşxistina pevguherîna akademîk û nîqaşkirina rêbazên pêşvebirîna rêbazên perwerdekirinê li herêmên pirzimanî de, pêk hat.

Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser mekanîzma û rêbazên dersdayîna nûjen, ligel girîngîdayîna astengiyên li hember civakên pirzimanî nîqaş kirin. Her wiha şandeyê pergala perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser bingeha rêzgirtin û aktîvkirina fêrkirina bi zimanên dayikê yên cuda, şîrove kir.

Ev pergal ji aliyê Almanyayan ve rastî eleqeyeke mezin hat, her wiha aliyê Almanî destnîşan kir ku amade ye piştgiriya bide însiyatîfên perwerdehiyê li herêmê, asoyên hevkariya akademîk di aliyên perwerdekirina mamoste û pêşxistina meteryalan de veke.

(ac/fr)

ANHA