ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2025
29 kanûn, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ku bi zorê koçber bûne û niha li kampa Waşûkanî dijîn, diyar kirin ku hebûna çeteyên Tirkiyê rê li ber vegera wan digire. BI WÊNE Û DÎMEN

Pîşeyê çêkirina kurkên hirî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li bajarê Reqayê û deverên derdora wê, li hember pêşketina demê li ber xwe dide, û tenê 2 kes hîn jî vê pîşeyê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Çilaxa diyar kir ku dewleta Tirk heya niha der barê banga Aştî û Civaka Demokratîk de tu gavên şênber neavêtiye û got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertê bingehîn ê serxistina pêvajoya aştiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi nêzîkbûna sala nû, Şêniyên Hesekê hêviyên xwe ji bo Sûriyeyeke ewle û aştiyane anîn ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Rêveber a kantona Reqa civîna xwe ya salane li avahiya Meclisa Bajarê Reqayê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Reqayê û Desteya Jîngehê Hêzên Parastina Jîngehê li kantona Reqayê ava dikin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Weşanxaneya Şilêr li hola xwe ya Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûkeke nivîskar Ceger Efrîn îmze dike, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN