Li Efrînê cenazeyê zarokekî hat dîtin

Cenazeyê zarokê bi navê Ehmed Elî El Hîlal (5), piştî rojekê ji windabûna wî, li taxa Eşrefiyê yê bajarê Efrînê hat dîtin.

Li Efrînê cenazeyê zarokekî hat dîtin
28 kanûn, 2025   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku zarokê bi navê Ehmed Elî El Hîlal (5) ji şeva şemiyê ve, piştî ji mala xizmekî xwe ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê derdikeve, winda bû. Malbatê bang li şêniyan kir ku kî dît bînin mizgeftê.

Vê sibehê malbatê zarokê xwe kuştî dît. Li ser qirika zarok şopa têlê heye, anku pê hatiye xeniqandin. Lê heta niha tu agahiyên der barê hûrgiliyên sûcê yan jî nasnameya sûcdaran de nehatine zelalkirin.

Malbata zarok, li kolana xeta veguhastina wesayîtan a taxa Eşrefiyê agahiya windabûna zarokê xwe belav kiribû, lê roja din qetilkirî dîtin.

Li Efrînê û herêmên dagirkirî sûcên bi vî rengî bêyî cezakirina sûcdaran an jî bêdawîkirina sûcan, dewam dikin.

(fr)