MSD: Hikumeta veguhêz berpirsa êrişên li dijî xwepêşandêran e

MSDˊê diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsa êrişên li dijî xwepêşandanên aştiyane li herêmên peravê û hundirê Sûriyeyê ye. MSDˊê da zanîn ku welatî ji bo derbirîna daxwazên xwe yên rewa daketin qadan.

MSD: Hikumeta veguhêz berpirsa êrişên li dijî xwepêşandêran e
28 kanûn, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi fikarek mezin bûyerên li bajar, herêmên peravê û hundirê Sûriyeyê ku di tevgerên gel û xwepêşandanên aştiyane de çêbûne dişopîne. Xwepêşandêran daxwazên xwe yên rewa kirin.

MSDˊê xwepêşandana aştiyane û derbirîna mafên xwe mafekî rewşa ya her welatiyek Sûriyeyî ye, hêmanekî bingehîn a projeya demokratîk a cidî ye. Divê rêz ji dengê gel re were girtin û were parastin, divê bi berpirsiyarî li deng gel were guhdarîkirin, ne bi hêzê were çareserkirin.

MSDˊê di daxuyaniya xwe de xemgîniya xwe ya ji ber çêbûna qurbaniyan û birîndarbûna welatiyan di xwepêşandanan de anî ziman, sersaxî ji malbatên qurbanî û birîndaran re xwest.

Di daxuyaniyê de MSDˊê hikumeta veguhêz berpirsa rasterast a parastina giyana welatiyan û misogeriya mafên wan ên derbirîna aştiyane bêyî rastî tundiyê yan jî zordariyê werin, dît.

Di berdewama daxuyaniyê de MSDˊê hişyarî li ser xeteriyên bikaranîna hêzê li dijî mijarên siyasî û civakî da.

Di dawiyê de MSDˊê bang li hêzên siyasî, civakî û sivîl kir ku weke hilbijêra yekane ya çareserkirina krîzan, bêyî cudahî xwe bispêrin diyaloga neteweyî, ji ber ku dikeve xizmetî parastina ewlehiya şêniyan û avakirina dewleteke demokratîk ya pirrengî.

(fr)