Li gundewarên Şamê dîsa alozî derket

Li bajarokê Cidêdet Ertûzê ya gundewarên Şamê piştî êrişa li dijî malbateke ji Dêrazorê û xirabkirina milkan alozî derket.

Li gundewarên Şamê dîsa alozî derket
28 tebax, 2026   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Cidêdet Ertûzê ya gundewên Şamê duh êvarî piştî êrişa li dij malbateke ji Dêrazorê alozî derket.

Hate ragihandin ku li dijî malbatek a ji Dêrazorê êriş hat kirin, piştre pevçûn derket. Di pevçûnê de gule bê ser û ber hatin teqandin, dar û alavên tujî hatin bikarnaîn. Nehat zanîn kuştî û birîndar hene yan na.

Hêzên Ewlekariya Hunedirîn li taxên bajarokê belav bûn û qedexeya çûn û hatinê heya berbangê ferz kir.

Vê êvarê careke din alozî derket. Camên erebeyan, milkên giştî û yên taybet hatin xirabkirin. Ev yek tirs di nava şêniyan de çêkir.

Rûspiyên eşîran banga aramkirin û xwe ragirtinê kir. Her wiha gotin, aliyên têkilar bûyerê dişopînin û dê hesab bipirsin.

(bb)