ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 – 11 – 2024
25 mijdar, 2024   02:00

Têkildarî rêbaza têkoşîna PKK’ê Rêber Abdullah Ocalan dibêje, “Afirandina PKK’ya şer û aktîfkirina wê astek mecbûrî bû. Eger me şer li ber çavan negirtibûya me ti azadî bi dest nedixist, me dê nasnameya xwe ya cewherî jî bi dest ne xistibaya.”  BI WÊNE

Ji fermandarên YPJ'ê Leyla Waşûkanî têkildarî berxwedana jinên Kurd û şervanên YPJ’ê got “Jinên Kurd di dîrokê de bi wêrekî û qehremaniya xwe têne naskirin û reng û deng dane şer û jiyanê. BI WÊNE Û DÎMEN

Rîhan Loqo da zanîn ku li herêmê li hember jinan tundiya siyasî bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re pêk tê, ji bo sekina li hember wê jî têkoşîn berdewam dike û got “Em li hember tundiyê têkoşîna domdar bidomîn.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Amûdê, ji bo têkbirina pergala îşkence û qirkirinê soz dan ku têkoşînê û berxwedanê mezin bikin û destnîşan kirin ku nameya Rêber Abdullah Ocalan, nameya hêviyê ye û ji bo serhildanê û mezinkirina têkoşînê hêz e. BI WÊNE Û DÎMEN

 Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî tên lidarxistin. Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê yên kantona Cizîrê Kongra Star meşên navendî li dar dixe (11:00). Li bajarê Kobanê ji qada Jina Azad meş li dar dikeve (11:00). Li bajarê Reqayê Kombûna Jinan a Zenûbiya meşekê li dar dixe (11:00). Li bajarên Minbic û Tebqayê jî meş li dar dikevin (11:00). Li bajarê Helebê Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan meşekê ji pêşiya Hola 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd li dar dixe (13:00). Li kantona Efrîn û Şehbayê jî li bajarokê Ehdas meş tê lidarxistin (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava û Komeleya Keziyên Kesk projeyeke lêkolînê ya çandiniyê ya ekolojî bi navê “Zanîn hunera azadiyê ye” dest pê dikin (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê şervanê HRE’yê Polat Efrîn û welatiyê bi navê Mihemed Hac Mehmûd ê ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos oxir dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê ya kantona Cizîrê paneleke diyalogê ya vekirî li ser geşedanên siyasî yên herêmê li dar dixe. Panel ji aliyê hevserokê partiyê Xerîb Hiso ve li hola xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê tê birêvebirin (16:30). BI WÊNE Û DÎMEN