Dagirker gundên rojhilatê Babê topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Torîn û Ceblet El Hemra yên li gundewarê rojhilatê bajarê Babê bi çekên giran topbaran dikin.

Dagirker gundên rojhilatê Babê topbaran dikin
24 mijdar, 2024   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Babê ya Leşkerî diyar kir ku di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsan û hawanan gundên Til Torîn û Ceblet El Hemra yên li gundewarê rojhilatê bajarê Babê topbaran dikin.

Navendê destnîşan kir ku ew ê piştre hûrgiliyên der barê topbaranê de parve bikin.

(fr)