Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel

Di çarçoveya pênasekirina tundiya li ser jinan û xurtkirina parastina civakê de, Akademiya Jineolojî li gundê Jinwar paneleke diyalogê organîze kir.

Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
Li Jinwar têkildarî 25'ê Mijdarê panel
24 mijdar, 2024   22:14
HESEKÊ

Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de endamên rêxistin û tevgerên jinan, ciwanan û malên jin beşdar bûn.

Panel ji 2 mijaran; şêwe û cûreyên tundiya li ser jinan û mijara xurtkirina prensîba parastinê di civakê de, pêk hat.

Mijara yekemîn ji aliyê endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî Zehrîban Hisên ve hat nîqaşkirin. Zehrîban Hisên li ser cûreyên tundiya li ser jinan wekî tundiya fîzîkî, derûnî, aborî û teknolojî axivî.

Zehrîban Hisên li ser destkeftiyên ku rêxistin û tevgerên jinan piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dest xistine û rola wan di pêşxistina zanabûna jinan de, axivî.

Mijara duyemîn ji aliyê rêvebera gundê Jinwar Yasmîn Ehmed ve hat xwendin.

Yasmîn Ehmed girîngiya aktîvkirina rola jinan di berxwdana li hemberî tundiyê de û avakirina hevkariyeke xurt a jinan, anî ziman.

Piştre sînevîzyonek li ser tundiya teknolojî û bandora wê li ser jinan hat pêşandan.

Di dawiya panelê de encamname wiha hat diyarkirin:

Zêdekirina perwerde û çalakiyan, bilindkirina asta têkoşîna rizgariyê bi rêya xurtkirina felsefeya "Jin Jiyan Azadî" û sûdwergirtina ji tecrûbeya gundê Jinwar.

(mh/fr)

ANHA