Zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da

Li gundê Bîr Îsa yê Reqayê zarokekî 9 salî ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

Zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da
24 cotmeh, 2026   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku li gundê Bîr Îsa yê Reqayê zarokekî 9 salî di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên SOHR‘ê, ji destpêka îsal (2026) ve 154 mêr, 102 zarok û 13 jin ji ber teqîna mayînan û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.