ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-02-2026
24 sibat, 2026   02:00

Koçberên ji Efrînê got ew dixwazin bi ewle û bi rûmet vegerin Efrînê û xwest komên girêdayî Tirkiyeyê ji Efrînê derkevin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Şamê di meha Remezanê de ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên xwe yên xwarinê dabîn bikin û polîtîkaya aborî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê rexne dikin.

Rûspiyên êla Ezîza û Omera anîn ziman ku komplo li hember nasname û hebûna gelê Kurd hat kirin û got “Yekitiya gelê Kurd ev komplo têk bir.” BI WÊNE Û DÎMEN

Jineke efrînî behsa serpêhatiya xwe ya di dema 5 rêwîtiyên koçberiyê de dike û dibêje "Kiryar û şerê qewimiye ji bo qirkirin û koçberkirina Kurdan in. Daxwaza min tenê vegereke ewle û komî ye.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê diyar kir ku êrişên dawî yên li dijî herêmên Rojava rewşek bêîstîqrariyê çêkir, vê yekê badnor li rewşa xizmetguzariyê jî kir. Şaredariyê ji bo paqijkirina bajêr û başkirina rewşa xizmetguzariyê hin tedbîr girtine. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinan bi diruşma "Jin parastina Şoreşa Rojava dikin" 2 meşan li dar dixe, yek li bajarê Qamişloyê, 11.00ˊan û ya din jî li bajarê Hesekê, 11.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN