Guterres: Li hember kaos û guhertinê pêwîstî bi bingeke ewlehiyê ya nûkirî heye

Sekreterê Giştî yê NYˊyê daxwaza nûkirina bingeha ewlehiya navneteweyî kir û hişyarî da ku cîhan di pêvajoya "kaos û guhertinê" li gel veguherînên lez ên di pergala navneteweyî de derbas dibe.

Guterres: Li hember kaos û guhertinê pêwîstî bi bingeke ewlehiyê ya nûkirî heye
23 sibat, 2026   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, weke bersivek ji bo guhertinên bilez ên di pergala cîhanê de, banga nûkirina bingeha ewlehiya navneteweyî kir.

Guterres got, "Em di serdemeke kaos û guhertinê de dijîn... pergala navneteweyî ya ku nêzîkî 80 salî têkiliyên ewlehiyê diyar kiriye, bi lez diguhere."

Guterres anî ziman ku ji bo pêşveçûnê, divê ew bingheke ewlehiya navneteweyî ya nûkirî biafirînin. Divê ev bingeh li ser analîzeke hişmend a rewşa navneteweyî were avakirin.

(ac/fr)