‘Kiryarên ku me dîtine dê di çavên me de zindî bimînin’

Jineke efrînî behsa serpêhatiya xwe ya di dema 5 rêwîtiyên koçberiyê de dike û dibêje "Kiryar û şerê qewimiye ji bo qirkirin û koçberkirina Kurdan in. Daxwaza min tenê vegereke ewle û komî ye.”

‘Kiryarên ku me dîtine dê di çavên me de zindî bimînin’
‘Kiryarên ku me dîtine dê di çavên me de zindî bimînin’
‘Kiryarên ku me dîtine dê di çavên me de zindî bimînin’
‘Kiryarên ku me dîtine dê di çavên me de zindî bimînin’
24 sibat, 2026   06:30
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Horiyê Reşîd (47) ji navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî ye. Horiyê tevî 7 zarokên xwe 5 caran koçber bûye, her carê jî rastî zehmetî û kiryarên li dijî jin, zarok, kal û pîran tê.

Rêwiyata Horiyê ya koçberiyê ji şêrê destpêkê yê li ser taxên Helebê dest pêkir û ji wê demê de her koçber dibe. Horiyê ji ber şerê li Helebê derdikeve, ber bi Efrînê ve diçe. Li Efrînê demeke dirêj bi malbata xwe re li ser xaka bav û kalên xwe dijî. Lê rêwitiya wê ya koçberiyê ya herî biêş, derketina ji Efrînê ye.

Horiyê 7 salan li Şehbayê di nava dorpêç û êrişan de dijî, piştî ew qas salên berxwedanê, Horiyê berê xwe dide bajarê Reqayê, piştî demekê dixwaze vegere bajarê Helebê û li wir dimîne.

`ME BI ÇAVÊN XWE MIRIN DÎT`

Horiyê di şerê ser Şêxmeqsûdê de jî cih digire û behsa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike û dibêje her tax di nava dorpêçê de bûn. Her wiha her tim êriş li ser wan hebûn da ku berxwedana gel têk bibin û gel bidin koçberkirin.

Horiyê da xuyakirin ku êrişên dawîn ên 6`ê Çileyê yên li ser her du taxan ne mîna êrişên din bûn, ew êriş ji bo tunekirina gelê Kurd bûn.

Horiyê behsa berxwedan û sûcên çeteyan ên li dijî gel kir û dibêje: “Me çi dît û çi nedît, şerê qirkirin û koçkirinê bû. Her du tax bi çeteyan hatibûn dorpêçkirin û bi hemî çekên giran êrişî me dikirin. Me kiryarên wan bi çavên xwe dîtin. Dema em ji mal derdiketin ku berê xwe bidin nexweşxaneyê me cenaza dîtin. Ji ber tirsê me tenê li ser xwînê re meşiyan, me nedikarî ku em biçin û cenazeyan bi xwe re bibin, ji ber ku derdora wan hemûyan komên çete kom bûbûn. Her wiha gule jî li me dibarandin. Em di wê kiliyê de gelekî tirsiyan, tenê me xwest em xwe bigihînin nexweşxanê. Ne ji alîkariya dewleta Tirk a dagirker ba Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nediketin dest dagirkeriyê. Berxwedana şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gel her li pêş bû.”

Horiyê bûye şahida têkoşîn û berxwedana di Nexweşxaneya Xalid Fecir de jî û wiha dibêje: “Ez di nexweşxanê de bûm. Her demê êriş li ser nexweşxanê hebûn. Zarokên me li pêşiyên çavên me şehîd dibû. Zarokên biçûk ku şîrê wan nemabûn, da ku zarok birçî nemînin, sîrom didan wan. Derman û av jî nedihatin peydakirin. Zarokên me birîndar dibûn. Heya kêliyê dawî her êriş dikirin û êdî biryar hate dayîn ku ji Helebê vekişin û ber bi herêmên ewle yên Rojava ve werin.”

`ÇAVÊ ME LI RÊYA VEGERÊ YE`

Ji ber êrişan û derketina ji Helebê, tenê 2 zarokên wê pê re derketin û yên din li wir man. Piştî demekê bi rêya pereyan ew jî derxistin û anîn Hesekê. Niha jî di odeyeke biçûk de li Hesekê dijîn û çavê wan li vegera li Efrînê ne.

Daxwaza Horiyê vegera li cih û warê xwe ye û wiha dibêje: “Ez dixwazim vegerin cih û warê xwe, ne bi tena serê xwe, lê vegera me bi komî be û tevahî koçberên Efrînê bi hev re. Her wiha Asayîş jî bi me re hebe. Da ku careke din koçberên Efrînê rastî kiryar û koçberiyê neyên. Yên ku li hember vegera me dibin asteng, dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Daxwaza me tenê em vegerin û bi zarok û malbatên xwe re li ser xaka xwe li dora hev kom bibin."

ANHA