Li Tibetê erd hejiya

Li herêma Tibet a Çînê bi pileya 7‘an û kûrahiya 10 kîlometreyan erdhejek çêbû.

Li Tibetê erd hejiya
22 cotmeh, 2026   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Desteya Lêkolîna Jeolojîk a DYA‘yê,  îro êvarî li herêma Tibetê ya Çînê erdhejek bi pileya 7‘an û kûrahiya 10 kîlometreyan rû da. Agahiyên der barê encamên erdhejê de nehatin ragihandin.

Desteyê destnîşan kir ku erdhejê bi qasî 190 kîlometreyan li rojhilat û bakurê rojhilatê Nagzhou û 390 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Lhasa paytexta herêmê pêk hat.

Ajansa Nûçeyan a Xinhua ya Çînê jî ragihand ku Rêveberiya Erdhejê ya Çînê piştî erdhejê tavikê kete tevgerê.

(bb)