Reforma destûrî li Lubnanê şerkî nû di navbera Washington û Tehranê de

Rojnameyên erebî li ser siberoja reforma destûrî li Lubnanê û ihitmala şerkeî nû ya di navbera Washington û Tehranê û çareserkirina rexneyan û daxwazên gel ji bo reformê ji hêla hin rayedarên Iraqî ve, nivîsîn.

Reforma destûrî li Lubnanê şerkî nû di navbera Washington û Tehranê de
23 cotmeh, 2026   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro mijarên têkildarî krîzên rêveberiyê, reforma siyasî û xetereyên aloziya herêmî, ji ber çareseriyên dîplomatîk ên rawestiyayî û nakokiyên navxweyî yên berdewam li çend welatên herêmê, nivîsîn.

LI LUBNANÊ: GIHIŞTINA FORMÛLEKE FEDERAL HEVKARIYA NETEWEYÎ XURT DIKE

Rojnameya Lubnanî El Nahar di gotarekê de diyar kir ku Peymana Taif, ku piştî Şerê Navxweyî yê Lubnanê hatiye îmzekirin, ne têk çûye, lê belê pêkanîna wê ji ber destwerdana herêmî û sepandina bijartî ya bendên wê hatiye astengkirin.

Gotar banga temamkirina reformên destûrî dike, di nav de serweriya dewletê li ser çekan, berfirehkirina nenavendîkirina îdarî û avakirina Senatoyekê ji bo misogerkirina nûnertiya hemû civakan, ku di dawiyê de rê li ber formuleke federal vedike ku hevkariya neteweyî xurt dike.

HERÊM BI RE RÛ BI RÛYÊ DU RÊYAN E: DÎPLOMASÎ AN PEVÇÛNA LEŞKERÎ.

Rojnameya Independent Arabia bal kişand ser wê rastiyê ku herêm bi du rêyên paralel re rû bi rû ye: ya yekem, hewldanên dîplomatîk ên dijwar ku heta niha di navbera Tehran û Washingtonê de pêşketin bi dest nexistine; û ya duyem, amadekariyên ji bo ji nû ve destpêkirina pevçûna leşkerî zêde dibin.

Gotar destnîşan kir ku hebûna leşkerî ya zêde ya Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê, zexta Îsraîlê û nakokiyên li ser bernameya nukleerî ya Îranê, Tengava Hormuzê û şert û mercên bidawîkirina şer hemû îhtîmala aloziyê zêde dikin.

REXNE WEKÎ HEWLDANEK JI BO TEVLIHEVIYÊ TÊ DÎTIN.

Rojnameya El Ereb a li Londonê, di gotarekê de, bal kişand ser hin kesên ku li Iraqê di desthilatdariyê de ne ku rexneyên ku li wan têne kirin wekî hewldanek ji bo çandina nakokiyan an jî îfadeyek çavnebariyê dibînin, li şûna ku wê wekî mafek rewa yê welatiyan bibînin.

Rojnameyê hişyarî da ku paşguhkirina hêrsa raya giştî û dîtina daxwazên reformê wekî gef dikare aloziyan zêde bike û tekez kir ku nivîsandina rojnamevanî hîn jî rêbazek belgekirina gendeliyê û berpirsiyarkirina rayedaran e, her çend ew nebe sedema guhertinek di helwestên rayedaran de.

(k)

ANHA