ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-08-2026
22 tebax, 2026   02:00

Şêwekar Roder Îbrahîm hunera xwe ya ku ji folklora kurdî tê ji bo belavkirina çanda kurdî bi kar tîne. Tabloyên xwe yên ku çand û kevneşopên kurdî vedibêjin li pêşangehên Sûriyeyê û derveyî ê pêşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xebata rakirina mayînan li gundewarê Serêkaniyê bi gelek pirsgirêkên lojîstîkî wekî hebûna qadên berfireh ên mayînkirî û bermahiyên teqemenî yên şer, hebûna xalên leşkerî û piştgiriya kêm re rû bi rû ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji ber zêdebûna bihayên kelûpelên bingehîn û sotemeniyê û newekheviya bihayê di navbera dikanan de, lêçûna jiyanê ji bo şêniyên Girkê Legê zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li quncikekî xaniyekî, Hesîna Mistefa Ehmed a 100 salî, ku li hember bahoz û zehmetiyan li ber xwe daye, rûniştiye. Destên wê yên qermiçî çîroka sedsalekê vedibêjin, çavên wê ku bi bîranînên Kobanê dibiriqin, şahidê zindî yê dîroka bajarekî ye ku li hember jibîrkirinê li ber xwe da ye.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Ronîcan Şêx Dawud li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî oxir dikin, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê ahenga xelatkirina hevserokên yekitiyê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).