Kadro û lîstikvanên jin ji Yaneya Qamişlo Sport îstîfa kirin

Endam, rêveber û lîstikvanên jin û keçan ên Yaneya Qamişlo Sport (Hîlal) îstîfaya xwe ji tîmê ragihandin û sedemên vê îstîfayê jî aşkera kirin.

Kadro û lîstikvanên jin ji Yaneya Qamişlo Sport îstîfa kirin
21 tebax, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Endam, rêveber û lîstikvanên jin û keçan ên Yaneya Qamişlo Sport (Hîlal) bi daxuyaniyeke biryara îstîfaya ji yaneyê ragihandin.

Di daxuyaniyê de der barê sedema îstîfakirinê de hate gotin, xebata di hundirê yaneyê de ne li ser bingehên şirîkatî, rêzgirtin û teqdîrkirinê hatiye avekirin, lê nêzîkatiyeke wisa heye ku wekî amûrekê li jinan tê nêhrandin, li rola wan a avakirina tîmê û bidestxistina destkeftiyan nayê teqdîrkirin.

Di dauxyaniyê de hat bibîrxistin ku temenê yaneyê 10 sal derbas û wiha hat domandin: "Me bi navê Yaneya Qamişloyê dest pê kir. Piştre anku di 4 salên dawîn de  me beşdariya xwe bi navê Tîma Hîlal domand. Di vê qonaxê de yaneyê destkeftiyên mezin li asta futbolê ya jinên Sûriyeyê bi dest xistin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yane ne tenê di pêşbirkên xwecih de beşdar bû, lê di heman demê de tevî derftên kêm xwe gihand turnuveya Rojavayê Asyayê ku li Urdunê hatibû lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji sedemên îstîfayê ew e ku tîma jinên ciwan li gorî bernameya pêşbirkên lîgê ya ku gihiştiye an di şampiyonayê de nehat beşdarkirin û ev yek wekî "nîşana tunebûna elaqeyeke têrker bi tîmên jinan" nirxand.

Lîstikvan û kadroyên jin ên yaneyê di daxuyaniyê de aşkera kirin ku di hundirê tîmê de nêzîkatiyên li gorî berjewendiyên teng û hesabên şexsî derketine pêş û ev jî bandor li nedîtina rasteqîn a rola jinan û destkeftiyên ku di salên dawîn de bi dest xistine kir.

Kadro û lîstikvanên jin ên yaneyê diyar kir ku biryara îstîfayê nayê wateya terikandina mîrateya tîmê û destkeftiyên wê an jî destberdana ji mafên jinan ên bidestxitina cihekî layîq di qada werzîşê de.

Endan û lîstikvanên jin ên tîmê spasiya alîgirên xwe kir.

(bb)