Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî ku bi boneya sedsaliya bajarê Qamişloyê hatibû organîzekirin, di roja 4‘emîn de bi dawî bû.

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi dawî bû
21 tebax, 2026   21:43
QAMIŞLO

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî ku ji aliylê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi boneya sedsaliya bajarê Qamişloyê hatibû organîzekirin, di roja 4‘emîn de bi dawî bû.

Mîhrîcan li avahiya HRRK‘ê ya Qamişloyê bi amadebûna hejmarek nivîskar, rewşenbîr, helbestan û şêniyên bajêr hat lidarxistin.

Di roja dawîn de helbestvan Merwan Şêxê, Îqbal Receb, Bêrîvan Amûdê, Fayîza El Qadirî, Idrîs Hec Taha û Diyaa Îskender helbestên xwe xwendin. Hunermend Mehmûd Ezîz Şakir, Seed Ferso û Lawîn Seîd Yûsif jî stran gotin.

HRRK‘ê ev mîhrîcan diyarî giyanê helbestvan Ehmed Huseynî kir.

(bb)

ANHA