ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 5 – 2025
19 gulan, 2025   02:00

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê dewleta Tirk piştî kongreya PKK’ê gavên bilez biavêje û destnîşan kir ku pêngava ku herî zêde pêvajoyê bi lez bike mafê hêviyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên çalakvan tekez kirin ku jinên Sûriyeyê ku di têkbirina DAIŞê de xwedî roleke serek bûn, niha jî xwediyê wê hêz û vînê ne ku dikarin li dijî tawankarên şer û kujerên jinan têbikoşin û li dû wan dikevin heta ku bên darizandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber kêmbûna avê û daketina asta ava çemê Firatê kêşeyên cotkarên kantonên Reqa û Dêrazorê zêde dibin. Qada çandiniyê jî bi giştî dixe ber metirsiyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Qamişloyê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Mihdî Mihê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo nîqaşkirina girîngiya yekrêziya Kurdî di vê qonaxa heyî de, Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê ya kantona Cizîrê li navenda çandê ya Kobanê bi Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê re forumeke diyalogê li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN