Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin

Komeleya Çandî ya Suryanî li Sûriyeyê bi boneya salvegera 17’emîn a damezrandina xwe li bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
Salvegera 17'emîn a Komeleya Çandî ya Suryanî hat pîrozkirin
18 gulan, 2025   23:35
QAMIŞLO

Di salvegera 17'emîn a damezirandina Komeleya Çandî ya Suryanî li Sûriyeyê de, komeleyê li hola Umûm El Ermen a Xêrxwazî ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê şahiyek organîze kir.

Di şahiyê de Suryanên li bajêr û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.

Di şahiyê de Koma Keşaf a Komeleya Suryanî berhemeke muzîkî pêşkêş kir. Piştre serokê Komeleya Çandî ya Suryanî li Sûriyeyê Îbrahîm Admo li ser dîroka komeleyê ku ji komek Suryanan hat destpêkirin, axivî.

Admo got: "Wan dengê gelê Suryanî belav kir û bi şêniyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevgirtî bûn."

Her wiha di şahiyê de stran, mûzîk, dîlanên folklorîk ên Suryanî ji hêla komên Lamita ya folklorîk, Yarthoutha, Yarthoutha ya Zarokan hatin pêşkêşkirin. Hunermend Boutros Abdo û Nineveh stranên pêşkêş kirin.

Hunermend Samer Henna bi stranên xwe şahî bi dawî kir.

(mh/fr)

ANHA