Li Dêrazorê 7 bazirganên hişbirê hatin girtin

Rêveberiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di operasyoneke ewlehiyê li gundewarê Dêrazorê de 7 bazirgan hişbirê hatin girtin.

Li Dêrazorê 7 bazirganên hişbirê hatin girtin
18 gulan, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî şopandina tevgera gumanbaran, Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê bi ser cihê wan de girtin, di encamê de 7 bazirgan hatin girtin, mîqdareke mezin a madeyên hişbirê, çek û cebilxaneyên li gel wan hatin desteserkirin.

Rêveberiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê diyar kir ku hîna lêpirsîn bi kesên hatine girtin re dewam dikin û wê piştre ji bo dozgeriyê werin rakirin ku tedbîrên qanûnî ji bo wan werin girtin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêveberiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê di du mehên borî de li gelek herêman operasyon pêk anîne, di encamê de hejmareke mezin a bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê girtine.

(fr)

ANHA