ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2024
19 tîrmeh 2024   02:00

Jinên ku pêşengiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir, di 12 salan de ji siyaset heta perwerde, parastin, aborî, jiyana civakî û çandê di her qadeke jiyanê de tora xeta jina azad raçandiye. Di 7 salên dawîn de nêzî 170 hezar jin û mêr hatin perwerdekirin.

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş ket. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan dema li Sûriyeyê bû bingeha fikrî û rêxistinî danîbû.

Şêniyên Çilaxayê piştgiriya berxwedana gerîla ya li hember êrişên dagirkirinê û xiyanetê kir û got ew dev ji kesên ji bo azadiya wan canê xwe feda kiriye, bernadin. Her wiha hevkariya PDK`ê jî şermezar kirin.

Daîreya Avê ya Girkê Legê xebata depoya avê ber bi dawiyê ve dibe. Depo dê avê bide nêzî hezar malên li Rimêlanê.

Desteya Çand û Hûnerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  bi beşdariya hunermendên ji tevahî Sûriyeyê amadekirina derxistina klîpekê bi navê ˊEm ji jiyanê re dibêjinˊ dike. Di klîpê de stranên ji mîrasa Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmen hene.

Bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî tên lidarixstin. Li Parka 4ˊê Nîsanê ya li Hesekê şahî tê lidarixstin, saet 18:00ˊan, li bajarokê Fafîn ê kantona Efrîn û Şehbayê şahî tê lidarixstin, saet 18:00ˊan, li Kobanê li Qada Şehîd Egîd şahî tê lidarxistin, saet 20:00ˊan, li Qamişlo li Stadyûma Şehîdên 12ˊyê Adarê şahî tê lidarxistin, saet 19:00ˊan, her wiha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li herêma Cebanat şahî tê lidarxistin, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeleya Hespên Resen a kantona Cizîrê Mîhrîcana Şehîd Asya ya Hespan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundê Kerhol ê bajarê Çilaxa li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)