Şehîd Mistefa Şukrî li Kobanê hat bibîranîn

Bi dehan rojnamevan û xelkê Kobanê salvegera 8ˊemîn a şehadeta rojnamevanê kanala Ronahî TV, şehîd Mistefa Şukrî bi bîr anî.

Şehîd Mistefa Şukrî li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Mistefa Şukrî li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Mistefa Şukrî li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Mistefa Şukrî li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Mistefa Şukrî li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Mistefa Şukrî li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Mistefa Şukrî li Kobanê hat bibîranîn
18 tîrmeh 2024   22:57
KOBANÊ

Bi dehan rojnamevan, karên saziyên çapemeniyê yên kantona Firatê vê êvarê rojnamevanê kanala Ronahî TV şehîd Mistefa Şukrî li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê bi bîr anî.

Di merasîmê de hevrêyên şehîd Mistefa, malbata wî û bi dehan endamên rêveber û endamên saziyên sivîl li kantona Firatê beşdar bûn.

Hevserokê Yektiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî îşaret bi fedakariyên mezin ên rojnamevanan di Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de û rola wan a danasîna Şoreşa Rojava li ser astên herêmê û cîhanê kir û got hevrêyên şehîd soza xwe ya şopandina rêça şehîdan bi cih anîn.

Her wiha rojnamevan Mihemed Mistefa, hevrêyê şehîd Mistefa Şukrî axivî û got êrişên dijmin ên li dijî saziyên çapemeniyê li pêş rêça wan nabin bend û wiha pê de çû: "Dijmin bi awayekî mezin ji firehbûna van saziyan û rola wan di aşkerakirina kiryarên dijmin ên hovane li dijî gelên herêmê de ditirse."

Girêdayî mijarê, birayê şehîd Mistefa, Mihemed Elî Şukrî axivî û anî ziman ku hevrêyên şehîd xewana wî ya firehkirina xebata saziyên çapemeniyê pêk anîn.

Piştî axaftin bi dawî bûn, rojnamevan û şêniyan serdana gora şehîd û rojnamevana ANHAˊyê Dilîşan Îbiş kir.

(fr)

ANHA